Rûniştina duyê ya doza 18 rojnamevanên Kurd roja Pêncşemê li Amedê hate dîtin, lê di vê rûniştinê de biryarek derneket û dadwer qedexeya derketina derveyê welat ya rojnamevanan jî ranekir.
Dadgehê got ku rûniştina sisêyan ya dozel wê di 1’ê Sibatê de pêk were.
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Lezgîn Akdenîz, ku ew jî bi 17 hevalên xwe salekê girtî ma, ji Dengê Amerîka behsa dozê kir û rewşa azadîya ragihandinê nirxand.
Akdenîz bawer dike doza wan bi rewşa atmosfera sîyasî ya Tirkîyê ve girêdayî ye û ew yek zextên ser rojnamevanîyê, taybet qanûnên ku azadîya rojnamevanan sînordar dike.
''Qadê li rojnamevanan teng dikin, îro ti rojnamevanek nikare bêje ku bi awayek azad bê fikar nûçeyên xwe dikare binivîse. Bi sedan rojnamevan jibo nekevin zindanê bere xwe dikin Ewrupayê. Ev çûyîn mixabin hê jî didomin. Ez dixwazim bal bikşînim ser vê mijarê ku desthiladarî bi taybetî vê rêbazê pêk tîne. Çi dikin, derbarê rojnamevanan de doz vedikin an çend mehan wan dikin zindanê, wan ceza dikin, yanî bi awayekî sergirtî ji rojnamevanan re dibêjin an vî karî nekin an jî welatê xwe biterkînin.’’
Akdenîz doza hember wan weke mînak nîşan da ku 13 meh bi awayekî dijî hiqûqê ji kar û jîyana xwe hatin dûr xistin.
''Îro çi ji me tê pirsin, nûçeyên me yên deh sal bere derdixin pêş me û dibêjin ka çima we li ser van mijaran nûçe çêkirîye. Heyran, em rojnamevan in, çêkirina nûçeyan kare me ye!”
Hêjayî bîrxistinê ye du roj in di navbera Dadgeha Bilind ya Temyîzê (Yargitay) û Dadgeha Destûra Bingehîn de, li ser biryara Can Atalay ê ku ji doza Gezîyê digel karsaz Osman Kavala hate ceza kirin, krîzeke mezin destpê kirîye. Yargitay di derheqa dadgerên biryara azadkirina Atalay didin doz vedike. Cara yekê ye ku dadgeheke Tirkîye, biryara dadgeha bilind nas nake.
Rojnamevanê Kurd Akdenîz behsa vê krîzê kir û got ku her ku diçe pirsgirêka dadgerîyê kûrtir dibe.
“Jixwe li gor qanûn û hiqûqê biryaran nadin. Êdî ji helwesta netewperwerîyê jî bihurîne û li gor berjewendiyên partîyek sîyasî tevdigerin. Ev rewş dê xerabtir bibe ku nîşan dide halê dadgeriyê çawa ye.’’
Akdenîz doza KCK’ê jî bi bîr xist ku bi dehan rojnamevan ji deh salan zêdetir e tên darizandin.
''Her carê doz tê taloq kirin, çîye dibêjin vî karî neke, çavê rojnamevanan ditirsînin dibêjin ger hûn kare xwe azad bikin, hûn dê bên cezakirin. Tirsê li ser rojnamevanan mezin û belavtir kirin.’’
Bi bawerîya Akdenîz li gor rewşa sîyasî dê ji doza wan biryar derkeve.
''Rewşa sîyasî jî ne azad e, ger ev rewş wiha bidome, teqez emê werin ceza kirin. 'Em dizanin ku dixwazin me jî bidin revandin, lê em naçin tu derekî. Emê li welatê xwe kare xwe bikin. Îca em dibêjin hûn ji bavê xwe bê minet in hûn dixwazin me davêjin zindanê bavêjin. Lê em dizanin ev rewşa sîyasî neguhere, zext û pêkûtîyên li ser rojnamevanên Kurd dê bidome û her biçe qad li hemî rojnamevanan dê teng bibe.’’
Li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS) neha li zindanan 19 rojnamevanên girtî hene û Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê jî di rapora meha Îlonê de gotibû ku hejmara rojnamevanên girtî 59 e.