Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêxo Henan Behsa Teqîna Beyrutê Dike


Serokê Libnanê Michel Aoun got 2750 ton madeya nitratên ammonium ku li dirêjiya şeş salan ne li gor pîvanên pêwîst hatibûn embarkirin, ew sedema teqîna Beyrutê bûn.

Teqîna ku hejmareka mezin a welatiyan kuşt û birîndar kir, riyaksyonên ciyawaz ji hemî pêkhateyên civaka Libnanî hin berpirsên welatên derve jî derxist pêş.

Çalakvanê siyasî Şêxo Henan Temir ku di dema teqînê de li nêzîkî cihê bûyerê bû li Beyrûtê, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa dîtinên xwe kir.

Şêxo Henan
Şêxo Henan

Henan got:

“Teqînê tirseke mezin di nav xelkê de çê kir...ew teqîneke ku ne Beyrutê û ne jî Libnanê berê dîtibû. Ew wek erdhejekê bû û hin şîrovekar wê wek nîv bumbeyeke navokî bi nav dikin.”

Wî her wiha anî ziman ku “ev bû çend meh in, xelkê Libanê ji rewşa abûrî û siyasî ne razîne, û ji doh ve wezîrekî û parlemanterekî dest ji kar kişandine.”

Ji bo guihdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna Şêxo Henan 5/8/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:33 0:00


XS
SM
MD
LG