Di encama şerê navbera koma mîlîtan Hizbullah û artêşa Îsraîlê de, bi hezaran malbatên başûrê Lubnanê di nav çend hefteyên borî de cih û warên xwe hiştine û li Beyrûtê û deverên din derbider bûne. Lê hatina hejmareke mezin ya derbideran li cihên ewletir hinek alozî derxistine.
Li gor ajansa Neteweyên Yekbûyî ya pernaberan, zêdetirî yek milyon kes jiber şerê berdewam ji cih û warên xwe derketine. Li vê dema domandina şer, guman heye ku ev hejmar di hefteyên pêş de bilindtir bibin.
Piranîya derbiderên ku ji başûrê welêt hatine Misilmanên Şîa ne ku li deverên bi piranî Sunnî û Krîstîyan yên Beyrûtê û bajarên din cîh dibin. Di rojên borî de tirs li nav gelek Lubnanîyan derketiye ku hebûna van derbideran metirsîyên ewlekarî yên nû bîne holê.
Di bersivdana pirsekê de derbarê bandora derbideran li girjîyên nijadî, Komîsarê Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), Filippo Grandi, ji Reuters re got ku di vî warî de Lubnan welatekî lawaz e.
Li Lubnanê 12 pêkhateyên olî û civakî hene ku ji alîyê dewletê ve tên pênasekirin. Şerê navxweyî sala 1990'î li welêt bi rîya rêkeftinekê bidawî bû ku tê de nûnertîya siyasî ser bingeha ol û nijadî bû. Ew rêkeftin het niha jî balanskeke nazik li Libnanê parastîye. Lê çavdaêr dibêjin ku di vî şerî heyî de, dibe ku ew balans têk biçe.
Yek ji xembarîyên serekî ku rûniştvanên deverên şer lê tune ye ew e ku hatina derbideran metirsîya êrîşên Îsraîlê jî bi xwe re tîne.
“Tirs li cem gelek welatîyên Lubnanî heye ku endam û çekdarên Hizbullah di nav sivîlan de bin. Ev yek jiyana welatîyên sivîl dixe ber rîskê, jiber ku Îsraîl dide dû cihê van çekdaran,” Tony Bolous, rojnamevanê Lubanê li Beyrûtê ji Dengê Amerîka re got.
Bolous got ku ev tirs ne tenê li cem Krîstîyan û Sunnî û Durzîyên Lubnanê heye, lê herwiha li cem gelek Şîayên welêt bixwe.
“Hizbullah bijareya şer xwest, lê ew nikarin encamên vî şerî li ser hemû Lubnanîyan ferz bike,” Bolous da zanîn. “Lewra, niha bang li Hizbullah tê kirin ku çekdarên xwe ji deverên sivîlan derxîne.”
Li gor raporteke televizyona El-Erebiye ya Saudî, hinek xwedîyên xanîyan li Beyrûtê êdî nema dixwazin xanîyên xwe bi kirê bidin derbiderên ji başûrê Lubnanê jiber hebûna wan rîskekê tîne holê.
Wael Ebû Faûr, endamê Durzî yê parlamentoya Lubnanê, got ku di rewşeke wisa ya nazik de divê hemû alî bihev re jibo parastina yekîtîya niştimanî kar bikin.
“Beyrût dikare jiber derbideran bipeqe, jiber girjî kêşeyên li ser mal û milkan. Niha hemû xelkê başûr û Beqaa li Beyrûtê ne,” Ebû Faûr di daxuyanîyekê de dîyar kir.
Lê rojnamevan Bolous got ku rewş negihiştîye wê astê ku girjî bibe sedema pevçûnan di navbera pêkhateyan de.
“Ez bawer nakim ku ev yek xirabtir bibe, jiber ku pirsgirêk ne girêdayî pêkhateyekê ye,” wî got. “Niha têgihiştinek li cem Lubnanîyan çêbûye ku bi dîtina min dê rê li ber şerekî navxweyî bigire.”
Ji alîyê xwe ve, profesor û nivîskar Muna Fayad dibêje mana çekdaran Hizbullah di nav xelkê sivîl de metirsîyê di nav Şîa de jî zêde dike.
"Xanimeke derbider ji min re got ku ew li avahîyekê bicîh bûne, lê wisa li wan hatiye ku ew nema bawerîyê kesekî nû tînin dema ku tê nav wê avahîyê. Ev "hestekî belav e di nav gelek derbiderên başûr," wê ji Dengê Amerîka re got.
Nivîskara Lubnanî herwiha da zanîn ku kiryarên hinek alîgir û endamên Hizbullah û hevalbenda wê Tevgera Emel, bandoreke neyînî li derbideran dikin.
“Qebûlkirina civaka Lubnanê bo kesên derbider nayê wê wateyê ku tirsa ji siberojê tune ye,” Fayad got.
“Gelo kesên xanî kirê kirine dikarin heta kengî kirê bidin? Gelo wê alîkarî jibo jiyaneke birûmet berdest be? Eger rewş bi vî awayî bê çareserî dom kir û derbider di demeke nêzîk de venegerîyan bajarok û gundên xwe, dibe ku nakokî di navbera sivîlan de derkeve.”