Dezgehên ragihandinê û komên çavderîyê radigihînin ku çekdarên Artêşa Netewî ya Sûrîyê (SNA) bi piştgirîya Tirkîyê dest bi êrîşên ser Kobanî kirine.
Nûçegihanê Dengê Amerîka Ridwan Bêzar li Kobanî derbarê rewşa bajêr û derdora wê de agahîyên herî dawî pêşkeş dike.