Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Malbatên Kurd Meytên Zarokên Xwe ji Hikûmeta Tirk Dixwazin


Di sala 2017an de li ser biryara Dozgerîya Bedlîsê, Goristana Xerzan ya ku bi sedan meytên şervanên PKK li wir binaxkirî bûn, bi sedmea ku nasnameya bi DNA tespit bikin hate ruxandin û 279 meyt ji Sazîya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin birin.

Ev goristan di sala 2013an de, di dema pêvajoya aştiyê hatibû çêkirin û bi sedan meytên li deverên nêz anîbûn li vê goristanê binax kiribûn.

Nasnameya 22 terman bi DNA eşkere bûbû, lê hestîyên mayî kirin qutîyên naylon û li qeraxê Goristan Kîlyosê, li Stenbolê hatibûn veşartin, serê jî bi bi zîftê hatibû girtin.

Malbatên wan çar sal in di bin ni navê 'Însîyatîfa Hurmet jibo Mirîyan' tekoşina xwe didin ku dewleta Tirkîye meytên zarokên wan radestî wan bike.

Ji vê însîyatîfê, Rewşan Doner û Hanîfî Can behsa çîroka birayên xwe dikin ku meytê her duyan jî ji Xerzanê birine Kîlyosê.

Rewşan da zanîn ew ji Tetwanê ne, birayê wê dema xwendekarekî 13 salî bûye, apê wan ê mele li mizgeftê hatiye kuştin, li mêr û zarokên wan jî êşkence hatiye kirin ku yek ji wan jî Hemîd bûye.

''Kuştina mamê min, êşkenceya ku di zaroktîya xwe de li Hemîd hat kirin, bandorek mezin li ser wî çêkir û çû serê çîya,''Rewşan got.

Wê dê zanîn ku gundê wan jî di sala 1993an de hatîye şewitandin û heman roj apê wan ê 68 salî jî hatiye kuştin.

''Jibo ku gundîyên me nexwestin bibin qorîcî, leşker gundê me şewitand, em bi mecburî ji gund koçber û çûn Stenbolê û heman sal mirina xebera birayê me ji me re hat. 'Nasek me li baxçê xwe ji wî re gorek çêkir. Birayê min heta sala 2013an li wî baxçeyî bû. Di dema pêvajoya çareserîyê de bi 90 meytan yê birê min jî derxistin û birin Goristan Xerzan. Lê, di sala 2017an de goristanê xira kirin û dest dan ser hemî meytan.''

Birayê Henîfî Can jî di sala 2012an de di operasyonek de hatiye kuştin, meytê wî du salan li goristana bêkasan ya Meletî bûye, paşê malbat ew birîye Goristana Xerzan. Di sala 2017an de jî bi biryara dozger term ji wir derdixin dişînin Kîlyosê. Piştî bi DNA eşkere dikin, meyt cara çaran li gundê wan li Bedlisê binax dikin.

Ew dibêje ''Goristana Kilyosê li dijî mirovahiyê ye.''

Malbat dibêjin ku wan jibo wergirtina meytê zarokên xwe serî li Dadgeha Bilind ya Tirkîyê xistiye.

KHF_12_17_2021_Meytên_Kîlyosê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:19 0:00

XS
SM
MD
LG