Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd jibo Teqekirina Ser Trump Çi Difikirin?


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump li Pennsylvania di dema mîtîngeke hilbijartinê de bû armanca teqekirinekê. Ev teqekekirin wek hemî dinê, bala Kurdan jî kişand.

Akademîsyen Dr. Ekrem Onen dibêje ku ev êrîş nayê pejirandin û ewê bandora xwe li ser tevahîya cîhanê vede.

“Li hember Donald Trump, êrîşa ku hate çêkirin Amerîkayê tenê eleqeder nake, ev êrîş tevahîya cîhanê bi taybet jî Kurdan jî eleqeder dike. Bandora wê êrîşê di destpêkê de xwe li ser sîyaseta Amerîka nîşan bide û bandorê li ser Kurdan, ser NATO û tevahîya cîhanê jî vede.”

Dr. Ekrem Onen
Dr. Ekrem Onen

Onen dide zanîn ku li Amerîka di navbera Komarî û Demokratan de nakokîyeke mezin heye û ev jî berdewam dike.

“Sîyaseta Trump di nav Amerîkayê de di demên berê de tê gotûbêj kirin. Trump dixwaze li Rojhilata Navîn, taybet jî ji Rojava vekişe. Dîsa, dixwaze ku ji NATO’yê jî derkeve. Ev sîyaset jî ne tenê Amerîka, lê cîhanê eleqeder dike. Di navbera Komarî û Demokratan ev şer zêdetir dibe. Heke Trump hilbijartinê qezenc bike jî, wê dawî li van alozîyan neyên.”

Pisporê Têkilîyê Navnetewî û Zanyarê Sîyasî Prof. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu jî bawer dike ku êrîşa dijî Trump pêkan e ku bi destê dewleta kûr be.

Huseyîn Şeyhanlioglu, Pisporê Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî
Huseyîn Şeyhanlioglu, Pisporê Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî

“Ev, ne êrîşeke basît e û bi bêrîna kin ji alîyê Amerîkaya kûr ve hatîye çêkirin. Tevî ku weke girjîyeke navxweyî ya Amerîka xuya be jî, ew yek tevahîya cîhanê jî eleqeder dike. Berî vê jî li ser şeş serokên Amerîkî êrîşên wiha çêbûbûn. Trump ji Îsraîlê, ji Amerîkaya kûr hinek dûr e. Û ew di anketên hilbijrtinê de jî li pêşîya Biden e. Lê, wisa dixuye ku Amerîkaya kûr seroktîya wî naxwaze.”

Ev êrîşên ser Trump di nav sîyaseta Kurd û Tirkîyê de jî ji nêzve hate şopandin.

Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) Sînan Çîftyurek dijî vê êrîşê derket.

“Em ti gav vê êrîşê napejirînin. Lê, li vê derê gelek nîyetên tarî hene û dibe ku kesên ku naxwazin Trump bibe serok, ev êrîş çêkiribin. Niha navbera Demokrat û Komarîyan de pêşbazîyeke mezin heye. Amerîka hêzeke navnetewî ye û bûyerek dema bibe bivê neve wê li ser her kesî jî bandor vede.”

Raporta Eyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00
XS
SM
MD
LG