Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêya Balkanê jibo Kurdan Bûye Hêvîya Jîyana li Almanya


Penaberên li nêzî tixubê Makedonya û Yunistanê (Arşîv)
Penaberên li nêzî tixubê Makedonya û Yunistanê (Arşîv)

Fatma ji Amedê ye, penabereke Kurd e ku mehek berê ji sînorê Sîrbîstanê bi bi şebekeyan re bi rêyên kaçax revîya Almanya. Ev rê di demên dawîn jibo Kurdan bûye rêya hêvîyê.

Fatma li Farqînê 12 salan di nav sîyaseta HDP’ê cî girtîye û ji çar dozên cuda nêzî 15 sal cezayê zindanê jê re hatîye birîn. Sê hevalê xwe re bi rê ketîye û serê neferek 5 hezar euro dane.

Fatma ji sedemên sîyasî mecbûr maye, lê bi hezaran Kurd piştî erdhêj û hilbijartinê di destê wan de çi hebe difroşin, deyn dikin û bi malbatî berê xwe didin Almanya, qaçaxcî wan ji ser sînorê Sîrbîstanê derbas Hungarya û Almanya dikin. Krîza ekonomîk û bêkarî jî sedemên serekî ne.

Fatma li parêzgeha Munihê di kampek de dimîne û die zanîn şertê kempê pir xerab e taybet jibo zarokan. Dema hatine desteserkirin û wan birine kempê, îdia dike li wir lêgerîna tazî li wan hatîye ferzkirin.

Ji Tirkîye êdî Tirk û Kurd Koç Dikin?

Li gor sazîya îstatîstîkê 2022’an de 139 hezar û 531 kes ji Tirkîye koç kirine.

Miheme jî li Amedê li şaredarîyek karmend bûye lê bi kayuman ew jî jikar hatîye avêtin û di heft salan de jibo vegere karê xwe çend caran doz vekirîye lê hatîye red kirin. Hilbjartin û erdhêj jî bûye konaxên girîng jibo biryara çûndinê bide. Jibo çûyîna Almanya erbeya xwe firotine û jibo çar nefer 12 hezar euro dê bidin kaçaxçîyan.

Miheme bi pênc şebekeyên cuda re peywendî danîye û bi yekî ji Amedê lihev kirîye.

Dema me ev raport ji weşanê re amade dikir Miheme bi malbata xwe re li Sirbîstanê li hêvîya qaçaxcîyan bûn. Wî da zanîn di çend hefteyên dawîn de ewlehîya ser sînorê Sirbîstanê zêde bûye û qaçaxcî neha jibo rêyên cuda peyda bikin wan dane sekinandin.

Peydakirina şebekeyên qaçaxcîyan pir hêsan bûye

Gelo peydakirina qaçaxcîyan û çûyîn ewqas hêsan e?

Miheme jî, Fatma jî gotin peydakirina şebekeyan buye tiştek ji rêzê ku bixwazî bi hêsanî dikarî nimarê şebekeyan bidest bixî.

Me jî çend nimareya peyda kir lê dema ku min got ez rojnamevan im telefonê li ser min girtin. Jibo agahîyan bistînim di nimara dawîn de jî ez mecbûr mam ku xwe weke revoke nişan bidim.

Qaçaxcî got sê sal in vî karî dike û di alîye ewlehîyê de gelek pesnê xwe de û got ''Rrêya min rêya malbatî ye, bi ewle ye, di nav 24 saetan de rêwîyên xwe bi silametî derbas dikim. Tenê îro 53 kesan min derbasê Almanya kir.''

Rêvebirîya Koç û Penaberan ya Almanya da zanîn ku 2022'an de, koça Tirkan ji sedî 383 zêde bûye û 23 hezar û 983 kes ji Tirkîyê koçî Almanya kirine û çaverê ye ev hejmar zêdetir bibe.

KHF_Kurd_ Qaçaxi_Almanya
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:35 0:00
XS
SM
MD
LG