Çalakvan û pêşmergeyê berê yê Kurdê Îranê Celal Xeyrabadî berî çend rojan li wîlayeta Virginia ya Amerîka jiyana xwe ji dest. Malbata wî biryar da ku organên wî bibexişînin.
Celalê ku di jiyana xwe de kesekî xwebexş bû, êdî di mirina xwe dî jî jiyana sê kesan rizgar kir.
Celalê 49 salî, ku pêşmergeyekî berê yê Kurdên Îranê û çalakvanekî devera Washingtonê bû, rastî krîzeka kujer ya dil hat. Ji ber wê tê rakirin nexweşxaneyê, û di bin amûra henasedanên de jiyana xwe ji dest da. Rêbaza jiyana wî, îlhamê dide malbata wî ku bexşîna ednamên wî erê bikin.
“Calal hevalekî pir baş bû, dema ew hate Amerîka, min ew nas kir," Hişmet Xizrî, hevalê Celal, ji Dengê Amerîka re got.
“Her kesê Celal bidîta, ew diket dilê wî. Ew mirovekî pir dildar û xwebexş bû ku di jiyana xwe cde alîkariya xelkê dikir û di mirina xwe de jî her wiha kir.”
Karmendên Nexweşxaneyê û hezkerên Celal, wî bi merasîmeke taybet ku jê re dibêjin Honor Walk, anku Meşa Rûmetê, ji odeyeke xexweşxaneyê birin yeka din ya taybet bi bexşîna endaman, û rêz li giyan û jiyan û xelata ku di mirina xwe de pêşkêş kir, girtin.
“Dema tu ji dayîk dibî, tu digirî û hemî kesên li dora te dikenin û bi dîtina te kêfxweş dibin. Jiyana xwe bi awayekî bijî, ku dema tu bimrî, kev li ser rûyê te be û kesên dora te hemî bigrîn. Celal ev yek di jiyan û mirina xwe de pêk anî,” Golala Arya, endameke revenda Kurd li Washington, got.
Anne Paschke, Berdevka Tora Yekgirî ji bo Hevparkirina Organan (UNOS) ye. UNOS bi hevkariya hikûmeta Federal rêvebirina sîstema veguhestin û çandina endamên bexşkirî dike.
“Em li Amerîkayê rêzê li bexşkaran digirin, bi riya merasîma rawestana karmendan di hola nexweşxaneyê de, dema kesek dimire û dibe bexşkarê endaman. Em rêzê li xelata wan, li jiyana wan, û li jiyana kesên ku ewê rizgar bikin digirin," Paschke ji Dengê Amerîka re got.
Ew dibêje ku awayê mirina kesan roleke mezin di kêmbûna hejmara endamên bexşkirî de heye.
"Kêmbûnek heye, ji ber ku tenê 2 ji sedî di nexweşxaneyê de û di bin amûra henasedanên de dimirin. Ev jî pêwîst e da ku kesek bibe bexşkarê endaman, divê herikîna xwînê berdewam be û oksejînê bişîne endaman da çalak bimînin û amade bin ji bo neçtergeriya veguhestinê," Paschke got.
Neçtergeriyeke ku hevjîna Celal, Aynur Xeyrabadî dibêje biryara wê pir zehmet bû, lê dema ew hizra kesên ku Celal ew rizgar kirine dike, ew û kurê wan Dîlan, di nava giriyê xatirxwestinê de, hest bi vehesîneke derûnî dikin.
“Mirina Jalal boşahiyeke mezin xiste jiyana me, û ev birîn qet derman nabe. Di destpêkê de min bîrokeya bexişkirina endamên wî red kir, lê piştre min erê kir û ez niha hest bi rihetiyê dikim ji ber ku wî jiyana sê kesan rizgar kir,” Aynur Xeyrabadî got.
Rehetiyeke derûnî ya ku rêxistina UNOS hêvî dike kesên bêhtir han bide ku gavên wek ya Calal bavêjin, ji ber ku bêhtirî 100,000 nexweş li Amerîkayê li hêviya wergirtina endaman in. Li gor UNOSê, rojane 16 ji wan jiyana xwe ji dest didin û tenê bexşkarên wek Celal Xeyrabadî dikarin bi mirina xwe jiyana wan rizgar bikin.