Kompanîya lêkolînê Rawest li ser naskirina weşandgerîya bi Kurdî di nav ciwanên Kurdan de lêkolînek çêkir. Ev beşek ji lêkolîna Ciwanên Kurd û Zimanê Kurdî ye.
Lêkolîn li bajarên Wan, Amed, Ruha û Wanê li ser 600 ciwanên ku temenê wan di nav 18 û 30 salî ne, hatiye kirin.
Li gor lêkolînê, ciwanên Kurd li Tirkîyê televîzyonên li ser satalayta Turksatê weşanê dike, nas dikin.
Navê neh televîzyonên Kurdî hatiye rêz kirin û gotine hun herî zêde kîjan televîyonê dinasin.
Ji sedî 59 gotine ew TRT Kurdî nas dikin û yên ku Zarok TV dizanin ji sedî 48 e.
Stêrk TV ji sedî 28, Rûdaw Tv jî ji sedî 27 tê nasîn. Kurdistan 24 ji sedî 22, Medya haber ji sedî 13, Waar TV ji sedî 6, Pêlîstan ji sedî 5, NRT ji sedî 4 tê zanîn.
Di anketê de pirsa weşanxaneyan jî ji ciwanan hatiye kirin.
Li gor bersîva ciwanan, weşanxaneya ku herî zêde tê nasîn ji sedî 24 Avesta ye. Weşanxaneya Nûbihar ji sedî 20, ya Dîpnot ji sedî 16, Aram 15, Doz ji sedî 7 tê nasîn.
Weşanxana Lîs û Hîva ji sedî 6, Peywend û Belkî ji sedî 4 tê zanîn.
Ciwanên Kurd dibêjin ku weşanxane xizmetek mezin jibo çand û zimanê Kurdî dikin, lê ew bawer dikin ku budceya weşanxaneyan jibo reklaman têrî nake.
Rojesîr Gîrasun, yek ji rêvebirên kompanîya Rawestê bal dikşîne ku axaftin û xwendina Kurdî di nav ciwanan de her diçe kêm dibe.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin