Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera 12'an ya Komkujiya Roboskê


Dîmenên şîniya komkujiya Roboskê
Dîmenên şîniya komkujiya Roboskê

Di 28'ê Kanûna 2011’an de firokên şer yên Artêşa Tirkîye li sînorê Herêma Kurdistanê, 34 gundîyên Kurd yên ku debara xwe bi qaçaxçîtîyê dikirin, bi bombeyan hatin kuştin. Ji êrîşên bombeyî yên esmanî tenê Servet Encu sax filitî.

Ji 34 gundîyên qaçaxçî 17 kes zarok bûn.

Di 12 salan de têkoşîna malbatên qurbanîyan encam neda û doza wan, bi behaneya ku prosesa hiqûqa navxweyî temam nebûye. Di Gulana 2018’an de ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê ve hate redkirin.

Lê parêzerên malbatan di sala 2019’an de bi delîlên nû, dest bi pêvajoyeke nû ya dadê kirin.

Doseya malbatên Roboskê niha li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkîyê ye.

Gelek malbatan tazmînatên dewletê qebûl kirin lê serdana wan ya jibo doza nû jî hîn didome.

Li Goristanê Qurbanî Tên Bîranîn

Jibo salvegera komkujîyê, Hevseroka DEM Partîyê Tulay Hatimogullari, ligel parlamenteran dê beşdarê bernameya bîranînê bibe.

Dîmenên şîniya komkujiya Roboskê
Dîmenên şîniya komkujiya Roboskê

Hêjayî gotinê ye ku dane sibê jî muftîyê Şirnexê ligel çend melle û oldaran serdana goristana Roboskê kirin û diayan xwendin. Ev cara yekê rayedarekî dewletê ligel malbatan serdana goristanê kirin û beşdarî yadkirinê bûn.

Ferhat Encu: ‘’Kesên ku ev komkujî pêk anîn ji wê rojê heta îro desthilat in’’

Ji malbata Encu 27 kes hatin kuştin. Wê rojê Serhat Encu yê 17 salî jî ligel 26 xizmên xwe hate kuştin. Ew birayê Ferhat û Velî Encu bû.

Di nav salan de Ferhat Encu ji HDP’ê bû parlamenterê Şirnexê lê di hewla derbeya leşkerî ya 2016’an de ew jî ligel parlamenterên HDP’ê hate girtin, nêzî çar salan girtî ma û parlamenterîya wî jî hate betalkirin.

Ferhat Encu jî jiber ku di heqê wî de gelek doz vebûn, neçar ma ku ji Tirkîye koç bike. Ew niha li welatekî Ewrupayê penaber e.

Arşîv: Dîmenên şîniya komkujiya Roboskê
Arşîv: Dîmenên şîniya komkujiya Roboskê

Wî anî ziman di 12 salan de di hela hiqûqê de tiştek bi dest wê neket.

''Kesên ku ev komkujîyê pêk anîn, ji wê demê heta îro desthilat in, lewma têkoşîna me encam neda. Di dîroka Komara Tirkiyê de dewlet li hember gelê Kurd li ser sûc hate girtin. Jibo ku ev qetlîam li ber çavê dinayayê çêbû, dewletê nikaribû serî bigire.''

Ferhat Encu serokomarê wê demê Abdullah Gul, serokwezîrê wê demê Recep Tayîp Erdogan û serfermandarê artêşê Necdet Ozel sûcdar dike.

''Em bawer dikin ev komkujî bi fermana wan hate kirin. Lewma li ber me kemîn danî,n deri li ser me hatin girtin, malbat hatin cezakirin, doz venebûn.''

Wî îfade kir heft salên dawî di hêla hiqûq û edaletê de rewşa Tirkiye xerab bûye.

''Kî gotinekê bêje tên cezakirin. Malbat jî di nav salan de pir mexdûr bûn, bêhevî bûn û ew jî kir ku berê xwe bidin rêyên cuda. Ev rewş li ser malbata jî bandor çêkir lê wê rojek were yên ku para wan di vê biryarê da ne li dadgehan navê wan jî were gotin. Malbat bêhêvî bûne lê ev nayê wateya ku ewê dest ji têkoşîna xwe berdin.’’

Velî Encu: ‘’Me dizanî ku rêyeke dûr û dirêj li pêş me heye’’

Birayê Ferhat, Velî Encu jî jibo têkoşîna malbatan, Komela Roboskê ava kir lê ev komele di dema rewşa awarte de bi biryara di hikmê qanûnê de hate girtin. Jiber duxuyanî û xebatên komelê, di heqê Velî de jî doz vebûn, bi tawana endamê rêxistina terore ye, di sala 2019’an de hate girtin û çar sal girtî ma. Velî, di meha Gulanê de ji Girtîgehê hate berdan.

Wî da zanîn, piştî ku derket agahdar bû ku hemî malbatên qurbanîyan, jibo tezmînatê serî li dewletê xistine û ew li hember vê rewşê pir xemgîn bûye.

''Me di serî de dizanî ku rêyek dûr û dirêj li pêş me ye. Jibo ku ev qetlîam bi fermana rêvebirên desthilatîyê çêbû ne hêsan e ku berpisr zûbizû werin eşkerekirin û cezakirin.''

Wî da zanîn hêvîyên malbatan piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê (DMME'ê) kêm bû, lê bi encama hilbijartinê tu hêvîyê wan neman.

''Digotin ger desthilatî were guhertin dibe ku jibo me jî rêya edaletê vebe lê encama hilbijartinê wan bi temamî bêhêvî kir.’’

Velî îdia kir ku kêm û qisûra Baroya Şirnexê û Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê di encama biryara DDME'ê de pir e.

''Baroya Şirnexê, dema serdana Dadgeha Destûra Bingehîn belgeyek kêm şandîye û serdan ew dem red bû, ew prose temam nebû serî li Dadgeha Mafê Mirovan xistin. Dadgehê jî jibo prosa hiqûqa navxwe ya Tirkîye temam nekirine serdana malbatan red kir. Yanî him berpirsîyarîya baroyê him jî para HDPê di vê encamê de pir e.''

Pêvajoya hiqûqî di çi astî da ye?

Parêzer Kerem Altiparmak, Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses û parêzer Neşet Girasûn jibo malbatên Roboskê bi delîlên nû dest bi pêvajoyeke nû ya dadê kirin.

Jibo pêvajoya nû delîlên nû divên. Berat Albayrak, ku Wezîrê berê ye û zavayayê Serokomarê Tirkîyê de di dema wezaretîya xwe de gotibû ''Şopa rêxistina FETO’yê di êrîşa Roboskê de heye.''

Ev daxuyanî jibo parêzeran bû delîl.

Delîlekî din jî, li gor parêzeran, ew e ku di prosesa dozê de, dozger û dadgeên leşkerî ku dozê red kiribûn, bi tawana endamê rêxitina Gulen (FETO) ne hatin dadkirin.

Şenses da xuyakirin bi van herdu delîlan di sala 2019’an de dozeke nû vekirin. Lê dosyeya wan çar sal in li Dadgeha Destûra Bingehîn e.

''Em li hêvîyê ne ku Dadgeh di nav sala 2024’an de serdana me binirxîne. Ger jibo malbatan biryarê bide, prosa dadkirinê dê ji nû ve destpêbike. Lê ger red bike emê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê.''

Salvegera Kumkujiya Roboskê
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:12 0:00
XS
SM
MD
LG