Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Serxwebûna Du Herêmên Rojhilata Ukraynayê Radigihîne


UKRAINE-CRISIS/RECOGNITION-PUTIN-ADDRESS
UKRAINE-CRISIS/RECOGNITION-PUTIN-ADDRESS

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Duşemê bi awayekî fermî serxwebûna du herêmên Rûsî-zar li rojhilata Ukraynayê ragihand.

Herdu herêmên Ukraynayê yên Donetsk û Luhansk ji sala 2014'an ve li jêr kontrola cudaxwazên ser bi Rûsyayê ve ne. Di heman salê de Rûsya Nîvgirava Qirimê ya Ukranyayê jî dagîr kir.

Di dawîya gotarekê de ku demjimêrekê dirêj kir, Putin got ku Rûsya êdî bi fermî pênasînê bi herdu herêmên li rojhilata Ukraynayê dike. Wî yekser çend têgihiştinên fermî ligel herdu herêman wekî du komarên serbixwe îmze kir.

Berê gotarê, Kremlin di daxuyanîyekê de gotibû ku Putin peywendî bi rêberên Fransa û Almanyayê re kiriye û ew derbarê vê gava xwe agahdar kiriye.

Parlemana Rûs hefteya borî bang li Putin kiribû ku bi awayekî fermî pênasînê bi Donetsk û Luhansk wekî du komarên serbixwe bike. Ti welat pênasînê bi serwerîya van herdu herêman nake.

Putin da zanîn ku “Ukrayna ne tenê welatekî cîran e, ew beşekî girîng ji dîroka me ye.” Wî li vê yekê zêde kir û got ku Ukrayna ji alîyê Rûsyaya Bolşevîk ve hatîye damezrandin.

Ev pêşketin di demekê de ku 150,000 leşkerên Rûsyayê ser sînorê Ukraynayê kom bûne ku Amerîka û welatên din yên Rojavayî dibêjin dibe ku di demeke nêzîk de derbazî Ukraynayê bibin.

Şîretvanê Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan îro Duşemê ji televizyona ABC re got ku “hemû nîşan dîyar dikin ku Serok Putin û Rûs plana xwe dimeşînin jibo pêkanîna dagîrkirineke leşkerî ya mezin li nav Ukraynayê.”

XS
SM
MD
LG