Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Hemî Nîşan Dibêjin Rûsya Wê Ukrayna Dagir Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku hemî nîşan didin zanîn ku Rûsya dê Ukrayna dagir bike.

Blinken ji kanala CNN ya Amerîkî re dîyar kir ku bo ew rê li ber dagirkirina Rûsya bigirin, bi awayekî dîplomatîk çi ji dest wan were ew dê bikin.

Karbidestên Ukrayna bang li Amerîka dikin ku toleyan ji niha ve ragihînin, lê Blinken da zanîn ku ew bi awayekî germ li wê bangê nanêrin.

Blinken got ku ger ew ji niha ve toleyan ragihînin ewê hêza wan ya bi bandor pûç bikin.

‘’Heta tank dişixulin û firok difirin, bo em bibînin ku ka Putin ji biryara xwe dibihure yan ne, em dê hemî derfetan bikar bînin.’’ Blinken got.

Wî dîyar kir ku ger dagirkirin çênebe ewê di rojên pêş de bi hemtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîka dîyar kir ku bo rê li ber cengê bigire Serok Biden hazir e bi Putin re biaxife.

XS
SM
MD
LG