Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin Dibêje Biryara Biden ya Hêlana Karanîna Muşekên Dûravêj Gurkirina Şer E


Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov îro Duşemê got ku Rûsya wê bersîvdana biryara ne rewa ya rêvebirîya Joe Biden bide ku rê dide Ukrayna ku muşekên Amerîkî bavêje nava kûrahîya axa Rûsyayê.

"Ev, biryareke şaş û xeter e û armanca wê zêdekirina asta tevlêbûna Amerîka ya di nava şer de ye. Xuya ye ku rêvebirîya niha ya Washingtonê dixwaze jibo gurkirina şer benzînê birjînê nava êgir û girjî û alozîyê kûrtir bike," berdevkê Kremlin Dmitry Peskov got.

Wî îdia kir ku Washington bi vê pêngava nû dixwaza Moskowê rasterast bikişîne nava şer.

Rojnameya New York Times û ajansa Reutersê ragihandibû ku rêvebirîya Biden biryara hêlana êrîşên menzîldirêj yên nava axa Rûsya daye, tevî Washington heta niha piştrastkirineke fermî nedaye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di 12ê Îlonê de gotibû ku erêkirina biryareke wiha ya ji hêla dewletên Rojavayî wê tevlêbûna rasterast ya NATO û Amerîka ya di şerê li Ukrayna de be.

Rûsya bi mehan hişyarî dide Rojava ku ewê biryareke wiha çawa şîrove bike û ew gav wê metirsîya rûbirûbûna pêvçûna bi NATO re zêde bike.

Jêderên ku ji New York Times û Reutersê re peyîvîne gotîye ku ev pêngava Amerîkî wek bersîvdana hatina leşkerên Koreya Bakurî ya herêma Kurskê ya Rûsya ye.

Cîgirê Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî yê Amerîkî Jon Finer gotibû ku Rûsya bi cîhkirina hêzên welatekî bîyanî li ser axa xwe pevçûn gurtir kirîye.

Lê, karbidestên Rûsî jî dibêjin ku ew çi hêzan bixwazin dikarin li nava axa Rûsyayê bi cîh bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG