Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Destûr Dide Ukrayna ku Çekên Dûravêj yên Amerîkî li Nava Rûsya Bixebitîne


Rêvebirîya Washingtonê cara pêşî destûr da Ukrayna ku ew çekên wê yên dûravêj dijî hedefên li nav Rûsya were karanîn.

Biryar di vê demê de hat dayîn ku jibo Serok Joe Biden karê xwe bide Serokê hilbijartî Donald Trump rojên hindik mane.

Trump dîyar kiribû ku ewê di demeke nêz de dawî li şer bîne û piştgirîya jibo Ukrayna sînordar bike.

Bi biryarê jibo artêşa Ukrayna destûr tê dayîn ku ew bi muşekên ATACMS li Kursk ya Rûsya berevanîya leşkerên xwe bike.

AP’ê ji zarê çend jêderan, ku navên wan nehatin eşkere kirin, ragihand ku Ukrayna plan dike ku di rojên pêş de êrîşên xwe yên dûravêj çêke.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bang li Washingtonê kiribû ku jibo karanîna muşekên dûravêj destûrê bide ku ew êrîşan bibin ser navendên leşkerî yên li nav Rûsya.

Gava Washingtonê di vê demê de hat ku Koreya Bakur biryar daye ku jibo piştgirî dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna bi hezaran leşkeran bişîne wî welatî.

Wê biryara Koreya Baur hem jibo Washingtonê hem jî jibo Kîevê fikar çêkiribûn.

Qesra Sipî ser karanîna çekên dûravêj hîn ti daxuyanîya fermî nedaye.

Muşekên bi navê ATACMS têne zanîn ku bi qasî 306 kîlometreyan dûr diçin.

Rûsya di rojên borî de gotibû ku ger Amerîka jibo karanîna çekên dûravêj destûr bide ewê girjî gurtir bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG