Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindabûna Malbetek Kurd ya Koçber li Derya Ege


Yunus û Hesen Cansu koçberên kurd
Yunus û Hesen Cansu koçberên kurd

Yunus û Berivan, jin û mêr in, ew amlbatek kurd in, wekî gelek ciwanan xeyalên xwe bi Ewrupayê ve girêdabûn. Lê rêwîtîya ku bi rêyên qaçax li ser deryaya Egeyê bi hêvîyek mezin destpêkir û bi xembarîyek mezin bidawî bû.

Bêrîvan ji Surîyê ye, Yunus jî ji Nisêbînê. Berî pênc salan li Stembolê hev nas dikin û dizewicin. Kurê wan Hesen çar salî ye. Bêrîvan û Yunus bi kurê xwe re, du hefte berê xwestin bi keştîyê birevin Yunanistan, ji wir jî derbasî Almanya bibin û li wêderê tevlî kesûkarên Bêrîvanê bibin. Lê wekî gelek keştîyan, ya wan jî diqulipe û bav û kur di nav pêlên deryaya Egeyê de hinda dibin.

Bêrîvan rizgar bûye, neha li Girava Rodosê di bin kontorla Yunanîstanê da ye, lê ji wir hewar dike ku li mêrê û kurê wê bigerin.

Xwîşka Yunus, Canan Cansû ji Dengê Amerîka re behsa çîroka birayê xwe dike û dibêje ew dixwazin bawer bikin ku Yunus û Hesen sax in, li giravek an li nexweşxaneyek in.

Raporta Xecîcan Farqîn- Amed 05 09 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00


XS
SM
MD
LG