Li hember belavbûna virusa korona li Tirkîyê hikûmet hin biryaran digire. Yek ji wan biryaran qanûna jibo berdana girtîyan e.
Li gor pêşnivîsa qanûnê hikûmet dixwaze girtîyên ji sûcên teror, destdirêjî, kultina bi qestî li derveyê qanûnê bihêle.
Li 355 girtîgehên Tirkîye nezî 300 hezar girtî hene. Digel parlamenter, şaredar, xebatarên partîyên sîyasî, nêzî 10 hezar kes jî bi tawana endamtîya rêxistina PKKê girtî ne û Tirkîye wê mîna rêxistineke terorê binav dike.
Federasyona Komelên Malbatên Girtîyan dest bi kampeynek kirin û dixwazin ku qanûn jibo hemî girtîyan be jiber ku li hember vîrusê hemî girtî di bin xeterê de ne.
Serokê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz da zanîn ku pêşnivîsa hikûmetê jibo girtîyên li girtîgehên vekirî de ye û ew girtî niha li pişta dewletê wek bar in.
Li gor Komela Mafên Mirovan (IHD) 1564 girtîyên nexweş hene û rewşa 590 ji wan girtîyan xirab e.