Ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê, rêveberîya xweser biryara girtina gelek bajaran da, di nav de jî bajarê Kobanîyê ku ev cara duyem e girtin lê tê ragihandin.
Berî du hefteya desthilatdaran bajar bo 10 rojan girt, pişt re bo 5 rojan vekir û ev bû sê roj in dîsa hatiye girtin.
Peyvdarê Encûmena Zanistî ya Rûbirûbûna Korona li Kobanîyê Dr. Elî Şahîn di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vê girtîna dawî dike.
Şahîn dibêje ku wan karibû sûdeyeke baş ji girtina yekem a bajêr bibînin, hejmara pêketîyên koronayê bi awayekî berbiçav kêm bû û texmîn dike ku ev girtina duyem jî dê hîn encamên baştir bide.
"Xelkê bajêr bi pîvanên van girtinan pêgir in û em hêvî dikin ku em kanibin di demeke nêzîk de vîrusê kontrol bikin."
Şahîn bal kişand ser hevrêzîya di nabera bajarên herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê de û got pîvanên girtinê li wan bajaran li gor hejmara keysên koronayê dibin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke