Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Xwest ku Rewşa Xwendekara Kurd Gulistan Doku Zelal Be


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu
Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu

Malbata Gulistan Doku – xwendekara Zanîngeha Munzûrê li bajarê Dersîmê bû, ji 5'ê Rêbendana 2020'an vir ve hinda ye - di salvegera hindabûna wê de li îro Sêşemê li paytext Enqerê serdana partîyên sîyasî kirin.

Malbata Doku bo dîtina wê û di derbarê Gulistanê de agahî bi destxistinê bi rêberên sîyasî re hevdîtin kirin û piştgirî xwest.

Yek partîya sîyasî ku wan di parlemenetoya Tirkîyê de serdana koma parlementoyê ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû.

Malbata Gulistan Doku di civîna heftane ya CHP' ê ya li parlemenetoya Tirkîyê de, Enqere , 22 Sibat, 2022
Malbata Gulistan Doku di civîna heftane ya CHP' ê ya li parlemenetoya Tirkîyê de, Enqere , 22 Sibat, 2022

Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di gotara heftane ya partîya xwe de got ku ger Gulistan neye dîtin wê ti pêbawerîya malbatê ji dewletê û ji desthilatdarîyê rê nemîne.

Kiliçdaroglu got ku di sedsala 21'an de li Tirkîyê divê mirov bêserûber neçin aqûbeta hindayan, rewşa wan ya ne dîyar eşkere bibe.

''Di sedsala 21'an de em naxwazin ti kes bê ser û şûn, hinda be. Ewqas sal derbaz bûye di ser hindabûna wê de; dê û bav perişan in. Ger Gulistan Doku neyê dîtin, ev tê wê wateyê ku pirsgirêka me ya demokrasîyê û ya mafê mirovan heye.

Wî bi bîr xist ku tev derbazbûna demeke dirêj hîn rewşa Doku nehatiye ronî kirin.

"Divê yê ku hesab bide desthilatdarî be, divê ji malbatê re jî, ji gel re jî eşkere bikie ku çima Gulistan nayê dîtin? ’’

Kiliçdaroglu herwiha da zanîn ku berpirsîyarîya wan ewe ku divê Gulistan were dîtin û malbat were agahdar kirin.

Malbata xwendekara Kurd Gulistan Doku, ev 15 roj bûn ku di bin berf û bahozê de, li pêş avahîya Dadê ya Dersîmê bo dîtina wê çalakîya rûniştinê dar dixistin, lê wan bersîveke erenî bidest nexistin.

Dayîk û Bavê Gulistanê, Bedrîye û Xalit Doku û herwiha xwişka wê Aygul Doku îro gehiştin Enqerê û dest bi serdana partîyên sîyasî kirin.

Malbata Doku piştî ku bi parlamentere CHP'ê Sezgîn Tanrikulu re hevdîtineke kirin, derbazê civina koma CHP'ê bûn.

Dayîk û Bavê Gulistanê, Bedrîye û Xalit Doku û herwiha xwişka wê Aygul Doku di hevdîtina bi parlamentere CHP'ê Sezgîn Tanrikulu
Dayîk û Bavê Gulistanê, Bedrîye û Xalit Doku û herwiha xwişka wê Aygul Doku di hevdîtina bi parlamentere CHP'ê Sezgîn Tanrikulu

Hejayê gotinê ye ku malbata Doku îro xwest ku li pêş parlementoya Tirkîyê daxuyanîyeke bidin ku hindabûna wê şermezar bikin û dîtina wê daxwaz bikin. Lê, hêzên ewlekarîyê destûr neda malbatê.

Çi bibû?
Gulistan Doku keça malbateke Kurd ya ji bajarê Amedê ye, bo perwerdeya zanîngehê li bajarê Dersîmê dijî.

Lê, Doku di 5'ê Rêbendana 2020'an de piştî ku bi hevalê xwe yê xort re pevçûn kir, hinda bûbû.

Bi dîmenên kamerayê jî eşkere bû ku piştî nîqaşa bi Zaynal Abarakov re, Doku bi awayek bêhêvî dimeşe û sîwarê dolmîşê dibe.

Hate îda kirin ku Doku herî dawî li ser pirê hatiye dîtin. Îdiayeke din jî ew bû ku Gulistan xwe avêtiye çemê Munzurê û fetisîye. Lê, di lêgerînên ku nêzî salek di avê de dewam kir meytê Gulistan nehat dîtin.

Malbata Gulistanê bawer dike destê Zeynel Abarakov û malbata wî di hindabûna keça wan da heye.

Ew dibêjin ku Abarakov û malbata wî dizanin Gulîstan li ku ye.

Dozgerîyê dijî zirbavê Zeynel Abarakov ku polîs bû, doz vekir; jiber ku wî bi rengekî dij qanûnî belge kiriye nav doza Gulistanê da ku delîlên sexte çêke û Gulistanê wek mirovek xemok nîşan bide ku wê xwe kuştiye.

Engin Yucer yê ku zirbavê Zeynel Abarakov e, ji polîsîyê hate avêtin û doza dijî wî didome, lê di lêpirsîna hindabûna Gulistan de heta niha ti pêşktineke çênebûye.

Hun dikarin tevahîya ser raportê li ser lînka jêr guhdar bikin.

Serokê CHP'ê Kemal Kilicdaroglu Ser Hindabûna Gulîstan Doku Axifî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
XS
SM
MD
LG