Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Aloz ya Cizîr û Silopî Berdewam Dike


Li esmanên bajarê Silopî dûyên stûr bilind dibin
Li esmanên bajarê Silopî dûyên stûr bilind dibin

Qedexa li ser Cizîr û Silopî didome. Li gorî agahîyên dawî do ji nîvê şeve vir ve ji tankan gule davêjin ser çend taxên Silopî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku cara duyê ye li Silopî cara pêncê ye ku li Cizîrê qedexe tê danîn.

Qedexa yeke ya li ser Silopî di 7ê meha 8 de destpêkir heta 10ê meha heşt. Ew car 3 sivîl hatibûn kuştin 15 kes jî birîndar bibûn.

Jiber qedexê Derîye Gimruka Xeburê jî niha girtî ye.

Nîfûsa Silopî 121 hezar in û rûniştvanên li 7 taxan jiber qedexê ji malê xwe derketin çûn taxên bi ewle.

Tê texmîn kirin hejmara heft taxan 100 hezarî zêdetir e û 25 hezar mirov neha ji malê xwe derketine. Lê yen ku mayî jî gelek in û neha xelqê li wir di rewşek xerab de ye.

Parlamentera HDPê ya Şirnêxê Aycan Îrmez ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku bi tank û topan êrîşên çend taxên Silopê dikin û cenderme ketine navçeyê davêjin ser malan.

Parlamentera Kurd got li hember Kurdan bêqnunîyek pir mezin tê meşandin.

Ji taxa Barbarosê Şemsettin Kiliç jî behsa rewşa xwe kir û got 25 kes di bodoroma malê de ne.

“Zarok jiber dengan nikarin rakevin. Ditirsin. Got gelek mal ruyine jiber guleyê topan û destnîşan kir dibistanek û mizgeftek jî hatiye şewitandin.”

Li gorî agahîyên ku hatin destxistin du dibistanên ku hatin vala kirin polîs û leşker hatine cîh kirin.

Herwiha rûniştvanên Silopî dibêjin niha sewqîyatek pir mezin ya leşkeri heye li Silopî û bi hezaran polîs û leşker anîne bajêr.

KHF_12_16_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00

XS
SM
MD
LG