Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro Duşemê Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistana Îraqê wekî berbijarê posta serokomarê Îraqê ragihand.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyanîyekê de berbijarîya Rêber Ehmed jibo posta serokomarê Îraqê piştrast kir.
Ev gava PDK’ê hat piştî ku dadgeha federal ya Îraqê do Yekşemê biryara da ku berbijarîya Hoşyar Zêbarî betal bike.
Biryara dadgeha bilind ya Îraqê li ser bingeha dozekê bû ku ji alîyê çend endamên parlemana Îraqê ve hatibû dayîn.
Di dozê de hatibû gotin ku berbijarê berê ya PDKê Zêbarî ne li gor pîvanên berbijarîyê ye jiber ku hinek tawanên gendelîyê li dijî wî hebûn dema ku wezîrê darayî bû.
Ev pêşketin di demekê de tê ku berpirsên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê civînên ligel alîyên sîyasî yên Îraqê pêk tîne.
Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî, li gor malpera fermî ya YNK’ê, îro Duşemê li rêberên koma Çarçoveya Kordînasyonê ya Şîa civîya.
Di civînê de serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî el Malikî, Qeys el Xezelî û Hadî el Amirî beşdar bûn. Mijara damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê mijara serekî bû di wê civînê de.
Posta serokomarîya Îraqê, ku hergav para Kurdan e, di navbera YNK’ê û PDK’ê de bûye sedema derketina alozîyan.
YNK’ê serokomarê heyî Berhem Salih jibo gereke din bijartîye, lê PDK’ê dibêje vê carê divê ew post bibe para wê çûnkî wê bêtir kursî di hilbijartinên Cotmehê de bi dest xistine.
Di wan hilbijartinan de PKD’ê 31 kursî û YNK’ê 17 bi dest xistibûn.
Ekrem Salih, berpirsê Şaxê 22’an yê PDK’ê, ji Dengê Amerîka re got ku divê her du alî bigihêjin çareserîyekê.
“Em û YNK’ê du alîyên cuda ne. Herdu alî jî hem xwestekên sîyasî û hem jî stratejîyên wan hene. Nakokîyên me derbarê posta serokomar hene, lê ew nayê wê wateyê ku peywendîyên me hatine birîn. Me hem giftûgo hene û hem jî pirsgirêk,” wî da zanîn.
Divîya bû serokomarê Îraqê di rûniştina parlemanê ya 7’ê Sibatê de hatiba hilbijartin, lê jiber ku hejmara pêwîst ya endamên parlemanê amade nebûn, ew rûniştin betal bû.
Piştî ku serokomar were hilbijartin, ewê serokwezîrekî ji fraksyona herî mezin ya parlemanê destnîşan bike da ku bi erka damezrandina hikûmeta nû rabe.
Dadgeha federal ya Îraqê do Yekşemê biryar da ku heta ku serokomarê nû were hilbijartin, Berhem Salih erkên xwe bidomîne.