Dadgeha Bilind ya Îraqê, roja Yekşemê 13 Sibatî 2022ê di rûnişteneke taybet de ku bi serokatiya Dadger Casim Muhamed Ebûd û endametiya Semîr Ebbas, Xalib Şenîn, Heyder Elî Nûrî, Xelef Ehmed Receb, Eyub Abas Salih, Ebdurahman Silêman Alî, Diyar Muhamed Alî û Xalid Taha pêkanî.
Di rûniştinê de dadgeha Îraqê ya fedral berbijariya Hoşyar Zêbarî bo serokomariyê bi sedema gendeliyê red kir û derdanên dadgehê jî divê ew bide.
Piştî biryara dadgehê, endamê serkirdayetiya PDK û berbijarê serokomariya Îraqê Hoşyar Zêbarê preskonferansek li Bexda pêkanî.
Zêbarî di destpêka preskonferansê de got "Îro rojek xemgîne li Îraqê", Zêbarî dîsan got, jiyan li vê xalê ranaweste û dê dom bike.
Herwiha wî got, eve ew Îraqe ya ku me xebat ji bo kirî û ked jibo wê dayî heta ku bibe dewleta edaletê û dewleta qanûn û mafên mirov.
Zêbarî got, biryara îro ya dadgeha bilind sûrprîzek bû, em ji berbijariya serkomariyê bê par kirîn, em rêzê li dadgehê digirîn.
Zêbarî dîsa got ku me ew maf heye weke welatiyek Îraqî bêjin xedir û dana aliyekî li dij me pêkahtîye.
Zêbarî siyasetvanek Kurd yê naskirîye, ew wezîrê berê yê wezareta derve ya Îraqê di çendîn kabîneyên hikûmetê de û wezîrê malîyê bû dema ku sala 2016ê ji aliyê parlamenê ve bi îdîaya gendeliyê hatbû ladan.
Zêbarî got, ku biryara dadgehê "Neheqî" derheqê wan de kirîye. Zêbarî di nava 25 berbijarên serokomariyê de bû ku wî şansekî mezin yê serkeftinê hebû, ku pêwîst bû roja Duşema borî 7ê Sibatê deng li ser destnîşankirina serokomar hatba dan, lê rûniştina parlemenê jiber beşdar nebûna pirraniya blok û listan di parlemenê de pêk nehat, tenê 58 endam parlemen amade bûbûn ji koma giştî ya 329 parlementeran.
Dadgeha bilind jî biryara ragirtina berbijariya Hoşyar Zêbarî dabû. heta îro Yekşemê dadgeha biryara dawî stend û berbijariya Zêbarî hat red kirin.