Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karkerê Kurd Firat Merwan Behsa Derxistina Wan ya ji Bajarê Yozgatê Dike


Şemîya borî jimareke karkerên Kurd li bajarê Yozgatê, bi cendermeyan ji sînorên bajêr hatin derxistin.

Li gor hin nûçeyan, muxtarê gundê Bazlamak ya bajarokê Çekerek li Yozgatê, ji karkerên ku karê birîna daran û komira êzingan çêdikin, bertîl xwestiye.

Piştî ku karkerên Kurd daxwaza muxtar qebûl nekiriye, pevçûn di navbera wan û muxtar de derketiye.

Firat Mervan, ku sê meh berê bi malbata xwe re ji Mêrdînê çûye karê komira êzingan, behsa vê bûyerê kir.

"Muxtar sê meh bûn jibo konên ku malbat tê de diman bertîlê xwest. Wî got ku divê em serê konekê hezar lîra bidin. Lê me got ku konên me li ser erdê xezîneyê ne, ew der bê pere ye. Lê muxtar pere xwest. Roja Şemîyê jî ew û mutahidê ku vî karî bi îhale standiye, pev çûn. Heman şevê muxtar ji 42 gundan zilaman berhev kirin ku me lînç bikin."

Firat bawer dike ku jiber Kurdnûna wan ew bûne armanca vê neheqîyê.

Muxtarê gund li dijî îdiayan derket û got ku "cîyê ku konan danîbûn milkê gundîyan bû. “Xwedîyê zevîyê pere dixwest loma îdiayên Kurdbûnê ne rast in."

Qaymaqamê bajarokê Çekerekê jî ser wê bûyerê daxuyanîyek belav kir. Wî dijî îdiyan karkeran derket û got ku mafê karkeran parastî ye.

KHF_07_24_2020_Yozgat
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00

XS
SM
MD
LG