Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Mehmet Guleş jiber Raporteke li Herêma Erdhêjê Hate Desteser Kirin


Piştî erdhejê avahîyeke Amedê
Piştî erdhejê avahîyeke Amedê

Rojnamevanê Ajansa Mezopotamya Mehmet Guleş roja Çarşemê li Amedê li pêş kavileke ku di erhêjê de rûxîyabû, bi welatîyekî re roportaj dikir hate desteser kirin.

Parêzêrê wî Resûl Teymûr jibo Dengê Amerîka da zanîn li pêş apartmana ku li taxa Şeyh Şamîl rûxîyaye Mehmet Guleş bi rûniştvanek re roportaj kiriye û li ser xebatên rizgarkirinê ji wî pirsan kiriye.

''Ew zilam jî ji muvekîlê min re gotîye kare AFAD hêdî ye, lê polîs û îtfaîye xebatên bi lez dikin.''

Lê, bi îdiaya ku ew rûniştvan gotîye ''Li vir ne AFAD heye ne UMKE, xelq bi hewl û qewetê xwe mirovan rizgar dikin, gele me tenê hîştin.''

Li ser vê îdiayê polês di dema roportajê da hem rojnamevan Mehmet Guleş hem jî welatîyê bi navê M.N.G desteser kirîye.

Resul Teymur anî ziman muvekîlê wî jibo kare rojnamevanîyê li sehayê bûye lê polêsan ew desteser kirîye û hem xebata wî hem azadîya ragihandinê asteng kirîye.

''Ji sucê 'agahîyên xelet' îfadê Mehmet hate girtin. Di çarçoveya ''Qanûna Dezenfromasyonê' ango 'Qanûna Sansurê' de lê muamele hate kirin. Behsa belvakirina agahîyên xelet dikin lê Mehmet hê raportê belav jî nekiribû. Polîs dîyaloga wan dibihîse û li gorî şîroveya xwe her duyan jî desteser dike.''

Teymur dîyar kir ku jiber agahîyeke nehatiye belav kirin muvekîlê wî hatiye desteser kirin û helwest û kiryar dijî hiqûqê ye.

'' Welatî li wir hizra xwe çavderîyên xwe parve kirine, rojnamevan jî kare xwe kiriye û gotinên wî tomar kirine. Desteserkirina wan li dijî hiqûqê ye. Hem azadîya ramanê hem ya xweîfadekirinê, hem jî ya ragihandinê hatine binpê kirin. Di serî de jî dest danîna ser amûr û alavên muvekîlê min.''

Guleş, bi hiceta ku ‘Di nav gel de kîn û dijmintîyê belav dike, bi tawana ku agahîyên xelet belav kirine hate dadgeh kirin û piştî du rojan bi şertê kontola edlî hate berdan, lê qedexeya derketina ji welêt li ser wî hate danîn.

'' Wusa xuya dike ku bi Qanûna Dezenformasyonê wê li qadên erdhêjê jibo rojnamevanan pir bi kar bînin meydanê li wan teng bikin,'' Teymur got.

Sazî û dezgehên ragihandinê dîyar dikin ku bi îlankirina rewşa awarte şertên xebatê jibo rojnamevanan jî her diçe girantir dibe.

Piştî îlankirina rewşa awarte li Amedê jibo rojnamevanên ku ne akredite ne û karta wan ya kesk yê serokomarîyê nebe, destûr tuneye ku li nêzî kavilan karê xwe bikin, roportajan bikin.

Hebûna leşker û polîsan li dor kavilan zede bûye û jibo xebatên rizgarkirinê bi lezgîn çêbe, dever ji sivîlan re tê girtin.

KHF_02_10_2023_Rojnamevan Mehmet Guleş_Erdhej
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:24 0:00

XS
SM
MD
LG