Emîne Karakaş 15 salî bû, ji Gundikê Pîrê ya Bismila Diyarbekir bû.
Pismamê wê 37 salî û bavê heft zarokan, xwest Emîneyê weke hewî di ser hevjîna xwe re bîne. Lê Emîne jî dayika wê Nûrcan jî li dijî vê yekê derketin. Di meha Sebatê de Aslan Karakaş li gundê ku lê dijîn, bi tivengê Emîne gulebaran kir, çar gule lê ketin û Emîne felcî ma, pênc meh li nexweşxanê hate dermankirin.
21 Hezîranê Emîne li nexweşxanê mir. Di heqê Aslan Karakaş de biryara girtinê derket, lê wî xwe hinda kir û nehat girtin.
Nurcan Karakaş jibo Dengê Amerika behsa çîroka xemgîn ya keça xwe dike. Nurcan jî dema zarokek 15 salî bûye, bavê wê, Murcan dide zilamek kal yê jinmirî yê ku deh zarokên wî hebûne.
Dibêje, ew dizane ku derdê hewîteyê girane lewma nexwestîye keça xwe bide ser hewî û dibêje ''Aslan Karakaş dema zewicî, Emine zarokek 15 rojî bûye li milê min bû.''
Emine di gulebaranê de nemir lê felcî bû. Wê got Emine dixwest bixwîne lê ji tirsa pismamê xwe mecbur ma dest ji mektebê jî berde. Jiyana wê ji binî guhert û herî dawî bû kûjerê wê.
Nurcan, gazinê ji bêxwedîtîya xwe dike û dibêje ku, tu kesek li wan xwedî derneket. Di dema nexweşxaneyê de bi mehan li mizgeftê maye ku tu kesek pirsa wan nekirine.
Di 21 heziranê de roja herî dirêj de Emine koça dawî kir ku janeke hethetayê di dilê dayika wê de vebû. Nurcan termê Emine li gundek cuda binax kir û pişti keça xwe, nema vegere gundê xwe.
Aslan Karakaş hin jî firar e û Emine bawer dike ku xizmê Aslan ew vedişêrin.