Jano û Nîmet Azbay hevjîn in. Çîroka zewaca wan balkêş e. Wan li Zindana Amedê, anku Girtîgeha Tîpa E ya Dîyarbekirê, hevdu nas kirine.
Jano di sala 1979'an de ji doza Rizgarxwazên Netewî yên Kurdistanê (KUK), Nimet jî di sala 1981'ê da ji doza Komelên Çandî yên Rojhilat yên Şoreşger (DDKD) hatiye girtin. Lê êşkence û lêdan ferq û cudahî nekirîye nav fraksyonên sîyasî.
Nîmet û Jano di rojên zindanê de hevdu nas kirine. Piştî ku ji wir derketine, biryar dane ku bizewicin.
Jano dibêje ''Tenê kesên ku li vir êşkence dîtine dikarin ji halê hev fêm bikin. Naxwe dîtin û gotin nabe yek ku mirov nikare bi peyîvan êşkenceya li zindanê bîne ziman.''
Nîmet jî dîyar dike ku ''Tiştê ku ew ji bîr nake ew e ku çawa ew girtin, pirsa “tu Tirk î yan Kurd î” ji wê kirin.
“Dema min got “ez Kurd im” dawîya êşkenceyan nehat. Dîsa, êşkenceyên li wan dayikên ku peyîveke Tirkî nizanibûn, ji bîra min naçin. Li dayikên ku pitikê wan li milê wan bûn heta ji ser hişê xwe diçûn êşkence dikirin. Heta emrê min hebe ez wan tiştên ku anîn serê min ji bîr nakim.''
Îro Sêşemê, 12’ê Îlonê, salvegera darbeya cûntaya leşkerî ya 1980'î ye. Zindana Dîyarbekir, ku bi navê ''5 No'lu'' tê zanîn, weke sembola vê darbeyê tê dîtin. Şîrovekar dibêjin ku ew der weke laboratûvara darbeyê bû.
Encama Darbeyê
Bi seroktîya Sefremandarê Artêşa Tirkîyê Kenan Evren di 12’ê Îlona 1980'î de, artêşê dest danî ser rêvebirîya Tirkîye û serokwezîr û serokên partîyan girtin, û parlamen betal kirin. Heta 1987'an, welat di bin rewşa awarte de ma.
Li gor daxuyanîyên fermî gelek encamên giran qewimîn:
- Piştî darbeyê 650 hezar kes hatin desteser kirin.
- 230 hezar kes li dadgehên leşkerî hatin darizandin.
- 300 kes li zindanan mirin ku 171 kes bi êşkenceyê hatin kuştin, 34 kes li Zindana Amedê bûn.
- 48 kes hatin sêdare kirin.
- 1 mîlyon û 683 hezar kes jî ketin nav lîsta reş ya dewletê.
- Bi hezaran kes ji kar hatin qewitandin.
Beşek ji Zindana Amedê dibe muzexane lê çima mexdûr li dîjî wê ne?
43 sal di ser darbeya 12'ê Îlonê re derbaz bûye. Bi biryara Serokomarê Tirkîye girtîgeh par hate vala kirin û êdî wê dikin navenda çandê û beşekê jî dikin muzexane.
Lê ligel Nîmet û Jano Azbay, bi dehan mexdûrên zindanê niha têkoşînê dikin ku zindana Amedê bi seranserî bibe muzexanê.
Ew dibêjin ku avahîyê bila cîhê rûbirûhatina bi êşkenceyên cuntayê be. Mala Terorê ya li Macarîstanê, Emna Sor a li Silêmanîyê li Kurdistana Îraqê, Zindana Ulucanlar û Sînopê weke mînakên vê daxwazê nîşan didin.
Hasan Dagtekîn jî ji Doza Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) hatiye girtin û rastî êşkence hatiye. Ew niha parêzer e û xebatên veguhertina zindanê ji nêzve di nava vê komê de dişopîne.
Dagtekîn dibêje ku di Hezîrana borî de projeya nûkirina zindanê temam bûye.
“Lê, em dixwazin ku ew kesên şahidên êşkenceyên Zindana Dîyarbekirê ne, divê beşdarî pêkanîna projeyê bibin û divê girtîgeh li gor eslê xwe bi tevahî were parastin, bi şertên wê demê bê dîzayn kirin û bikin avahî bi seranserî bibe muzexaneya hafıza û dîrokê.”
Sê daxwazên serekî yên mexdûrên Zindana Amedê
1) Heta îro gelek guhertin di avahîya girtîgehê da hatine kirin; divê girtîgehê cardin bînin şiklê salên 1980-84’an.
2) Divê ji derveyî orjînala girtîgehê, awayekî din ya muzeyê neyê fikirandin. Ger muzeyeke etnografîk difkirin, ger girtîgehê mezin e, dikarin li goşeyeke din avahîyek nû lêkin. Divê Zindana Dîyarbekirê tene jibo rûbirûtîya êşkenceyên cûntayê, weke mîras ji nifşên siberojê re were hiştin û weke muzeya hafizayê were ava kirin.
3) Di pêvajoya dizayna hindur, komkirina alav û malzemeyên jibo muzeye, Wezareta Çandê bi ew kesên li girtîgehê mane, bi hevbeşî bixebite, bi wan bişêwire.
Hêjayi gotinê ye ku hin şîrovekarên sîyasi dibêjin ku encama herî mezin ya vê zindanê, geşbûna doza Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye jiber ku gelek Kurdên ku li vê zindanê êşkence dîtine, piştî ku hatine berdan ketine nav refên PKK'ê.