Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Niviskarê Rojhilatî Cihanferd bi Tawana Endamtîya PKK'ê Hat Girtin


Jiyar Cihanferd
Jiyar Cihanferd

Jiyar Cihanferd û Hesen Balada di 3'ê mehê de li Mêrdînê li kafeyek hatine desteser kirin.

Cihanferd lêkolînek li ser Kurdên Kelhûr û Yaresan xwestiye weke kitêb li Amedê çap bike, hatiye. Hevalê wî Hesen hatiye serdana lisansa bilind ya Zanîngeha Mêrdînê.

Jiyar û Hesen piştî 22 rojan doh li Mêrdînê derxistin dadgehê û bi tawana ku endamên rêxistina PKK-KCK’ê ne, hatin girtin.

Parêzerê wan Necat Çiray destnîşan kir ku sedema girtina Jiyar û Hesen foto û vîdyoyên ku ji bajêr girtine.

Wî da zanîn dozger di dema îfadeyan de gotîye ew fotoyên ku ji nav bajêr jibo kişfên çalakîyên PKK-KCK’ê hatine girtin.

Parêzer got ku weke turistan dîmen girtine, lê di vê rewşê de ev wi gûman tê dîtin.

Wî destnîşan kir wêneyek ji avahîya Şaredarîya Mêrdînê girtine. Dozger ji wan pirsîye ku bi çi armancê fotografên şaredarîyê hatiye girtin.

Jiyar û Hesen gotine jiber ku navê şaredarîyê bi çar zimanan hatiye nivîsandin, bala wan kişandiye.

Çiray xuya kir ku li ser hesabên Facebookê jî parvekirinên wan yên li ser Kurdan bûye sedemeke din ya girtina wan.

Çiray destnîşan kir ku jibo tedbîrê ew hatine girtin, lê hin ceza nedane wan û çaverê ye heta du mehan ew derxin dadgehê.

"Ew niha weke turîst in. Di şertên normal de welatîyekî bîyanî piştî dadgehê tên dersînor kirin, lê ger bên berdan jî çûna wan ya Îranê jî piştî vê girtinê xeter e."

KHF_1_26_17_Jiyar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00

XS
SM
MD
LG