Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Xezayîyên Ku Neçin Başûr Dibe Wekî Hevkarên 'Terorîstan' Werin Dîtin


Filistîniyan got wan ji nû ve hişyarî ji artêşa Îsraîlê wergirtiye ku ji bakurê Xezayê ber bi başûr ve biçin, û eger li cihê xwe bimînin ew dikarin wekî alîgirên "rêxistina terorê" werin dîtin.

Peyam di belavokên bi nav û logoya Hêzên Berevaniyê yên Îsraîlê de, ji roja Şemiyê ve û bi rêya peyamên dengî yên têlefonên ji bo seranserî Kerta Xezayê, hat şandin.

Di belavokan de wiha hat gotin: "Hişyariya lezgîn ji niştecihên Xezayê re. Hebûna we li bakurê Wadî Xeza jiyana we dixe metirsiyê. Kesê ku ji bakurê Xezayê neçe başûrê Wadî Xezayê, dibe ku wekî hevkarê rêxistina terorîst were dîtin."

Leşkerê Îsraîlî di daxuyaniyekê de got "niyaza wan tune ye ku kesên derneketine ... wek endamên grûpa terorîst bihesibînin".

"Ji bo kêmkirina ziyana sivîlan, Hêzên Berevaniyê yên Îsraîlê daxwazek ji niştecihên devera bakurê Kerta Xezayê re şand ku jibakur ber bi başûrê Wadî Xezayê biçin."

Îsraîl berê ji Filistîniyan xwestibû ku biçin başûr, her çendî Filistîniyan got ku berê ji wan re nehatibû gotin ewê wekî alîgirên "terorîstan" werin hesibandin, eger neçin. Ew her weha dibêjin ku çûyîna başûr di nav êrîşên esmanî de pir xeternak e û dibêjin deverên başûr jî hatine aramnckirin.

Gelek malbatên ku ji Xezayê ber bi başûr ve çûne, got wan xizmên xwe di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li başûrê Xezayê winda kirine.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG