Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Alavên Leşkerî Dişîne Herêmê û Îsraîl li Xeza û Armancên li Sûriyê û Libnanê Dixe


Leşkerekî Îsraîlî di 22ê Cotmeha 2023an de li cihekî ne diyar li ser sînorê bi Libnanê re li ser tankek Merkava dimeşe.
Leşkerekî Îsraîlî di 22ê Cotmeha 2023an de li cihekî ne diyar li ser sînorê bi Libnanê re li ser tankek Merkava dimeşe.

Xemên li ser metirsiya aloziya berfireh a Rojhilata Navîn a ku ji ber şerê Îsraîl û Hemasê derketiye, roja Yekşemê zêde bûn, bi şandina Amerîkayê zêdetir alavên leşkerî bo herêmê, di demekê de ku Îsraîl armancên li Xezayê û alîgirên Hemasê li Libnan û Sûriyê xist.

Çavkaniyên pizîşkî li Xezayê got ku zêdetirî 50 Filistînî di êrîşên esmanî yên Îsraîlî de bi şev li devera dorpêçkirî hatin kuştin, ku Îsraîlî "dorpêça tevayî" lê kiriye, piştî êrîşa 7ê Cotmehê ji aliyê çekdarên Hemasê ve.

Li Sûriyaya cîran - ku hebûna leşkerî ya Îranê, piştevana herêmî ya sereke ya Hemasê, lê heye - mûşekên Îsraîlî îro Yekşemê serê sibê li firokexaneyên navdewletî yên Şam û Helebê dan û herî kêm du karker hatin kuştin, li gorî medyaya dewleta Sûriyê.

Li başûrê Libnanê, Îsraîlê got ku firokeyên wê roja Şemîyê armancên Hizbullah a ku Îran piştgirîya wê dike û ji bo piştgirîya Hemasê Îsraîlê gullebaran dike, bombebaran kirin. Hizbullah got ku şeş çekdarên wê hatine kuştin.

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken hişyarî da serokwezîrê demkî yê Libnanê ku eger welatê wî bikeve nav şerê Îsraîl û Hemasê dê tevahiya Libnanê bikeve bin bandora şer.

Bi zêdebûna tundûtûjiyê li derdora sînorên wê, Îsraîlê roja Yekşemê 14 civakên nêzîkî Libnan û Sûriyê li plana xwe ya valakirinê li bakurê welat zêde kir.

Çavkanî: Rueters

XS
SM
MD
LG