Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Banga Parastina Kurdên Sûrîyê Dike


Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê îro Yekşemê ragihand ku piştî ketina rejîma Sûrî divê Kurdên Sûrîyê ji êrîşan werin parastin.

Gideon Sa'ar ser malpera X got ku di peywendîyekê de ligel hevtayê xwe yê Komara Çekê, wî tekezî ser ewlekarî û parastina Kurdên Sûrîyê kir.

Sa'ar herwiha da zanîn ku "Kurdan bi qehremanî şerê DAIŞ'ê kir û divê civaka navnetewî parastina wan ji êrîşên radîkalên Îslamî piştrast bike."

Axaftinên karbidestê Îsraîlî di demekê de tên ku hinek komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve êrîşên xwe li dijî Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) li bararê Minbicê û deverên din didomînin.

Dema ku Sa'ar meha borî karê xwe wekî wezîrê derve yê Îsraîlê destpê kir, wê gotibû ku yek ji tiştên ku divê Îsraîl bike ew ku hevalbendîya xwe ligel Kurdan li Rojhilata Navîn xurt bike.

Piştî ketina rejîma Sûrî li Şamê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û karbidestên din yên hikûmeta wî roja Yekşemê serdana devera Bilindahîyên Golanê kir. Li wir wî got ew hemû amadekarîyên xwe dikin jibo parastina sînorê Îsraîlê ligel Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG