Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Dibêje “Kurd, Hevbendên Me Yên Xwezayî Ne"


Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar di pres konferanseke de di axife, 11 Mijdar,2024.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar di pres konferanseke de di axife, 11 Mijdar,2024.

Wezîrê Derve yê nû yê Îsraîlê Gideon Sa'ar dîyar kir ku Kurd jibo welatê wî "hevbendên xwezayî" ne û divê Îsraîl peywendîyên xwe bi Kurdan re xurt bike.

“Kurd netewek mezin e, yek ji wan neteweyên ku ne xwedî serxwebûna siyasî ne. Ew hevbendên me yên xwezayî ne," Sa'ar got.
Sa'ar, Kurd wek qurbanîyên zordarîya Îran û Tirkîyê bi nav kir û got ku

"divê Îsraîl xwe bigihîne wan û peywendîyên xwe bi wan re xurt bike. Hem warên siyasî û hem jî warên ewlehîyê yên vê yekê hene."

Wezîrê nû ev daxuyanî 10’ê Mijdarê roja Yekşemê, li wezareta derve ya li paytext Qudsê da, di dema merasîma destkpêkirina wezîrtîya xwe derve de.

Sa’ar anî ziman ku li Rojhilata Navîn îro heremênên Kurdan di nava çar welatan - Tirkîye, Îraq, Sûrîye û Îran- de hatine dabeşkirin.

“Kurd li Sûrîyê û li Îraqê ji xweserîyê kêfxweş in. Li Sûrîyê, ew li herêmeke li rojhilat dijîn ku piranîya wê di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk ya bi piştgirîya Amerîka de ye. Ev herêma xweser ji alîyê Tirkîyê ve bi dubarekî tê êrîş kirin, “wî got.

Sa’ar bi berdewamî dagirkirina Tirkîyê herema Efrînê ya Kurdên Sûrîyê ya di 2018’an bi bîr xist.

“Tirkîyê di 2018’an de êrîşî herêma Efrînê kir û 160 hezar Kurd ji herema biçûk ya çiyayî bi awayekî etnîkî paqij kir, “ wî got.

Wezîrê nû bal kişand ku Kurd li rojhilatê Sûrîyê xwedîyê cûreyek xweserîya de fakto ne û Kurdên li Herema Kurdistana Îraqê ya xweser jî di çarçevoya destûra federal de xwedîyê mafên xwe ne.

Sa'ar herwiha ragihand ku ew li Sûrîye û Lubnanê jî rewşa civaka kêmanî ya Durzîyan jî dişopîne û wî ew wek hevkarên pêkan yên Îsraîlê pênase kir.

Wî destnîşan kir ku divê civakên kêmanî yên li Rojhilata Navîn tifaqê bikin û piştgirîya hev bikin.
"Fêm bikin, ku li herêmek e ku emê her tim kêmanî bin - wê hevbendîyên xwezayî bi kêmanîyên din re hebin," Sa'ar got.

Ev hevbendî, Sa'ar got, divê di gel peymanên bi Erebistana Saudî û welatên din yên Ereb re pêk werin, ku piştî şerên dîjî Hamas û Hîzbullah wê hêsantir bibe.

"Helwesta xurt ya Îsraîlê ji sala borî ve û serketinên wê di şerê dijî xeta Îranê de, wê ji berê pirtir dike lîstikvanek herêmî û navnetewî yê girîng," Sa'ar got.

Îsraîl ji salên destpêka serxwebûna xwe ve bi gelê Kurd re li herêmê xwedî têkilîyên germ e. Li gor gelek şîrovekaran sedema vê yekê jî hem

Cihû û hem jî Kurd li herêmê civakên kêmanî ne û gelek caran bi destên heman hêzan rastî çewsandinê hatine.

Herêma Kurdistana li Îraqê li ser sînorên Îran û Tirkîyê cîh digire, ev jî jibo Îsraîlê wê dike hevbendek pêkan ya stratejîk. Di salên 1960 û 1970’ an de, artêş (IDF) û îstixbarata Îsraîlê (Mossad), dijî desthilatîya Îraqê piştgirî dan serhildêrên Kurd.

Bi Şoreşa Îslamî têkilîyên Îsraîl û Îranê bi dawî bûn û ji salên ewil yên serxwebûnê ve bi Tirkîyê re xwedî tekilîyên berdewam e, her çend carnan aloz bin jî.

Hejayê gotinê ye ku Sa'ar ev daxuyanîyana wek gotarekdi çarçoveya daxwaza Îsraîlê ya jibo şopandina geşedanên li herêmê û berfirehkirina "xeleka aştî û normalbûnê" de, da.

Erkdarkirina Saar wek wezîrê derve roja Pencşemê li parlemena Îsraîlê, Knesset hat erê kirin, piştî ku serokwezîr Benjamin Netanyahu di 5’ê Mijdarê de Yoav Gallant ji wezîrtîyê girtibû.

Gideon Sa'ar Kî Ye?

Gideon Sa'ar di 9’ê Rêbendana 1966’an de, li Tel Avîvê ji dayik bû. Dîya wî Bruriah Cihûyek Mizrahî-Buxarîyanî e. Bavê wî Shmuel, dokterek Cihû ye ku li Ukraynayê ji dayik bûye û di zaroktîya xwe de çûye Arjantînê berîya ku koçî Îsraîlê bike.

Sa'ar piştî ku di artêşa Îsraîlê de wek karbidestê îstixbaratê di xebitî, li zanîngeha Tel Avîvê zanistên siyasî û beşa hiqûqê xwend.

Sa'ar ji 1999’an vir ve di gelek hikûmetên Îsraîlê de wek karmendê payebilind xebitîye. Ew ji 2003’an vir ve Knesset parlemenî û wezîrîyên cûda dike. A niha endamê partîya rastgir ya navendî, Hevîya Nû ye.


Jêder: Jerusalem Post, The Times of Israel, Wezareta derve ya Îsraîlê

XS
SM
MD
LG