Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Îsraîlê Başûrê Libnanê Dikin Armanc


Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê êrîşên esmanî dijî armancên Hizbullahê li çend deverên başûrê Libnanê pêk anîne.

Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan li Libnanê jî got ku yek ji êrîşan li bajarokê Duweyr xanîyek wêran kir, lê ti qurbanî nehatine ragihandin.

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku wê operasyon li devera Refeh ya başûrê Kerta Gazayê pêk anîne. Ev bûye çend meh ku leşkerên Îsraîlê li wir şerê mîlîtanên Hamasê dikin. Artêşê herwiha da zanîn ku firokên şer yê Îsraîlê navendeke mîlîtanên Hamasê li bakurê Gazayê wêran kir.

Ji alîyekî din ve, rêxistina alîkarîyê World Central Kitchen roja Pêncşemê got ku endamekî Filîstînî yê tîma wî li naverasta Gazayê hatiye kuştin. Rêxistinê dîyar kir ku ew hewil dide hûrgilîyan derbarê mirina Nadî Sallout bidest bixe. Wê herwiha got ku Sallout dema hate kuştin ne li ser kar bû.

Artêşa Îsraîlê got ku ew derbarê “ti bûyerekê ku tê de karmendekî rêxistinê di dema karê xwe de zîyan dîtîye ne haydar e.”

Di meha Nîsanê de êrîşên esmanî yên Îsraîlî meha li sê trimbêlên World Central Kitchen dan û di encamê de 7 kes hatin kuştin. Îsraîlê wê demê got ku ew êrîş ne bi mebest bû.

Kiryarên leşkerî yên berdewam di demekê de tên ku tirs heye şer li herêmê berfirehtir bibe, piştî ku Îsraîl komandarekî Hizbullahê li Beyrûtê kuştin û herwiha piştî kuştina rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh di êrîşekê de li Tehranê.

Hizbullah soz daye ku bersivê bide û Îsraîl jî gotiye ewê Yehya Sinwar, rêberê nû hatiye danîn yê Hamasê, tune bike.

Îsraîl herwiha soz daye ku Hamas tune bike piştî êrîşa terorîst ya 7’ê Cotmehê ku di encama wê de 1,200 kes hatin kuştin û 250 kes jî wekî dîl hatin girtin. Di êrîşa bersivdanê ya Îsraîlê de dora 40,000 kes li Gazayê hatine kuştin ku piranîya wan jin û zarok in, li gor wezareta saxlemîyê li Gazayê. Îsraîl dibêje di nav kuştiyan de bi hezaran çekdarên Hamasê jî hene.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters, AP û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG