Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îsraîl Banga Kuştina Rêberê Nû yê Hamasê Dike


Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz îro Çarşemê banga kuştina Yehya Sinwar, rêberê nû yê koma Filîstînî Hamasê, kir.

Ev yek di demekê de tê ku Îsraîl xwe jibo êrîşeke çaverêkirî ya Îranê amade dike piştî ku wê hefteya borî komandarekî Hizbullahê li Libnanê û rêberê berê yê Hamasê li Tehranê kuşt.

Katz li ser platforma X got ku danîna Sinwar “sedemeke din e jibo kuştina wî û tunekirina rêxistina wî ya xirab ji ser rûyê erdê.” Wezîrê Dervê yê Îsraîlê, Sinwar wekî terorîstekî mezin binav kir.

Îsraîl kuştina rêberê berê yê Hamasê, Îsmaîl Hanîyeh, nexistiye stûyê xwe, lê karbidestên Îranê demûdest got ku Îsraîl li dû mirina wî ya di 31’ê Tîrmehê de bû. Tehran herwiha soz daye ku bersivê wê êrîşê bide.

Yehya Sinwar
Yehya Sinwar

Hamas roja Sêşemê Sinwar wekî rêberê xwe yê nû destnîşan kir. Sinwar yek ji endazyarên êrîşa terorîst ya 7’ê Cotmehê ser Îsraîlê bû.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê dîyar kir ku ev destnîşankirin “peyameke zelal ji cîhanê re dişîne ku doza Filîstînî niha bi tevahî di bin kontrola Îran û Hamasê de ye.”

Katz herwiha got ku divê Îsraîl kontrola ewlekarî ya Kenara Rojava di destê xwe de bihêle da ku rê li ber Îranê bigire ku “bingeheke tundrê” damezrîne.

XS
SM
MD
LG