Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Rê Dide Tankerên Sotemeniyê Ku Derbasî Başûrê Gazayê Bin


Karbidestên Îsraîlî ragihandin ku çar tankerên sotemeniyê û çar tankerên gaza pêjandinê îro Şemîyê ji derîyê sînor ya Refahê derbazî başûrê Gazayê bûne.

Wan destnîşan kir ku alîkarîya sotemeniyê û gazê di çarçoveya peymana agirbesta çar rojî ya di navbera Hamas û hikûmeta Îsraîlê da pêk tê û herwiha tenê bo binesazîya mirovahî ya bingehîn ya Gaza ye, wek nexweşxane û nan pêjandinê.

Heyva Sor ya Filistînê dîyar kir ku wê 196 kamyon alîkarîyên mirovahî - xwarin, av û pêdivîyên bijîşkî- do Înê ji ser derîyê sînor ya Refahê gihandîye Gaza, ku ji destpêka şerê 7’ê Cotmehê ve, mezintirîn karwana alîkarîya bi vî rengî ye ku ji Gazayê re hatiye şandin.

Ajansa nûçeyan ya AP ragihand ku li taxa Xan Yunis ya li başûrê Gaza bo li derveyê îstasyoneke kesên ku bi tenekeyên gazê û konteynerên din bi hêvîya ku hinek ji sotemeniya ku nû hatiye bi dest bixin, rêzek dirêj pêk anîbûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) pêştir got ku agirbestê derfet daye ku zêdetir xwarin, av û derman bo Gazayê were gihandin, bi qasî herî pirtir ji dema qedekirina karwanên alîkarîyên mirovahî ji 21’ê Cotmehê ve.

NY herwiha got ku ji destpêka şer ve, cara yekê wê 129 hezar lître sotemenî - tenê ji sedî 10’ê qebareya rojane ya berîya şer – û gaza pêjandinê, gîhandiye Gazayê.

Ji alîyê din ve, komên alîkarîyê agirbest bikar anîn ji bo derxistina nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji hin nexweşxaneyên bakur ên ku ji ber êrîşên Îsraîlê û kêmbûna sotemeniyê bi tevahî hilweşîyane û nikarin xizmetê bidin.

Serokê Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku rexistinê do Înê ji nexweşxaneya el Ehlî 22 nexweş veguhestin başûrê Gazayê.

"Jibo peydakirina tevahîya hewcedarîyên bo saxlemîyê yên li Gazayê, pir zêde piştgirî pêwîst dike û berîya her tiştî agirbestek domdar hewce ye," wî li ser X’ê got.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG