Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Pêşbîniya Azadkirina Dîlên Bêhtir û Amadekariyên Azadkirina Girtiyên Filistînî Dike


Çaverêye ku Hamas îro Şemîyê koma duyê ya dîlên di destê xwe da li Gazayê serbest berde, di çarçoveya peymana agirbesta çar rojî ya di navbera koma milîtan Hamas û hikûmeta Îsraîlê da.

Jêderên ewlekarî yên Misirê dîyar kir ku wan ji Hamasê navên 14 jin û zarokên dîl wergirtine û li benda zanyarîyên zêdetir in ka wê kengê dîl bo karbidestên Misirê werin radestkirin.

Li gor peymana agirbestê, wê di berdêla berdana her yek dîlê di destê Hamasê da, 3 Filistînîyên di girtîgehên Îsraîlê da werin azadkirin.

Dezgeha Girtîgeha Îsraîlî îro ragihand ku ew 42 girtîyên Filistînî jibo berdanê amade dike.

Doh Înîyê, di roja yekê ya agirbesta çar rojan de, Hamasê 24 ji 240 dîlên ku di êrîşa xwe ya 7’ê Cotmehê de li Îsraîlê revandibû, ku bû sedema şer, serbest berdan û Îsraîlê 39 Filistînî ji girtîgehê azad kirin.

Kesên ku li Gaza hatin berdan 13 Îsraîlî, 10 Taylandî û yek Fîlîpînî bûn.

Berdevikê artêşa Îsraîlî Doron Spielman got ku li Gaza niha nêzî 215 dîl mane.

"Em rewşa piranîya wan nizanin, ger ew mirî ne yan sax in. Em hewl didin ku îstîxbaratê berhev bikin," wî got.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG