Tevî hebûneke mezin ya hêzên Sûrî û Rûsî li başûrê Sûrîyê, diyar dibe ku çekdarên DAIŞ’ê li wê deverê çalak in.
Hefteya borî, komên çekdar yên xwecihî ku hinek ji wan ser bi hikûmeta Sûrî ve ne, operasyonek li bajarokekî parêzgeha Dara’a dijî mîlîtanên DAIŞ’ê pêk anîn. Di encama wê de bi kêmî şeş endamên DAIŞ’ê hatine kuştin û sê xanîyên ku wekî navendên operasyonên DAIŞê dihatin bikaranîn, hatin wêrankirin.
Operasyona ku çend rojan dirêj kir roja Yekşemê bidawî bû. Ew wekî bersiv bo dijî teqîna baseke leşkerî li 13’ê Cotmehê li Şama paytext ku tê de herî kêmî 18 leşkerên Sûrî hatibûn kuştin.
Rûsya, ku hevalbendeke serekî ya hikûmeta Sûrî ye, şaneyên DAIŞ li Dara’a bi pêkanîna wê êrîşê tawanbar kiriye.
Lê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ji Dengê Amerîka re got ku ew nikare piştrast bike ku ew kesên li Dara’a hatine armanc kirin berpirsên plankirina teqîna Şamê bûn.
“Tiştê piştrastkirî ew e ku ew kesên li bajarokê Casim (li Dara’a) hatin kuştin welatîyên Sûrî û Îraqî bûn ku bi rastî jî endamên DAIŞ bûn,” Ramî Ebdulrahman, rêvebirê çavdêrîyê, got.
Çalakvanekî ragihandinê li Dara’ayê, ku jiber sedemên ewlekarî nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re got ku yek ji wan endamên DAIŞ’ê ku hefteya borî hate kuştin rêberekî wan yê payebilind bû û berpirsê kuştina çend kesayetên berê yên opozisyona Sûrî li deverê bû.
Ji sala 2018’an de, dema ku hêzên hikûmeta Sûrîyê û mîlîşyaên girêdayî wan careke din ew herêm ji destên hêzên opozisyonê derxistin, êrîş li Dara’a û deverên derdora wê ji alîyê DAIŞ û komên din yên tundrê ve pêk hatine.
Sedredîn Kino, pisporê rêxistinên mîlîtan li Sûrîyê, dibêje rejîma Sûrîyê û hevalbendên wê yên Rûs başûrê welêt ji hemû komên radîkal wekî DAIŞ paqij nekirine.
“Rewş li Dara’a û deverên din yên başûrê Sûrîyê ne aram e, jiber ku karîna hikûmeta Sûrîyê ya paydakirina aramîya piştî DAIŞ ne wek ya alîyên din e ku şerê DAIŞ’ê kirine, wekî Hêzên Sûrîya Demokratîk,” Kino ji Dengê Amerîka re got.
Wî da zanîn ku yekîneyên leşkerî yên hikûmeta Sûrîyê li her cihekî welêt li jêr fermandarîya welatekî biyan e, anku Rûsya û Îran.
“Yekîneyên girêdayî Rûsya li başûrê welêt di mehên dawî de dîyar kirine ku ew ne karîger in û ne jî bi rêxistin in, bi giştî jiber ku Rûsya baldana xwe daye şerê li Ukraynayê,” Kino got û dîyar kir ku şaneyên DAIŞ “bi awayekî xwezayî sûd ji vê yekê wergirtine û hebûna xwe li başûr zêde kirine.”
Wî herwiha got ku rejîma Sûrîyê nikare mîlîtanên DAIŞ ji wan deveran derxîne ewên ku bi tevahî li jêr kontrola wê ne.
Pisporên din jî dibêjin ku dibe ku hikûmeta Sûrîyê hebûna hinek hêmanên DAIŞê li wir qebûl kiriye da ku bi rîya wan gefeyê li komên serhildayan bike, ewên ku heta niha lihevhatin ligel hikûmetê nekirine.
Wekî beşek ji rêkeftinekê ku Rûsya navbeynkarîya wê sala 2018’an kir, hikûmeta Sûrîyê rê daye çend komên serhildayan ku li Dara’a bimînin eger qebûl bikin ku çekên xwe radest bikin yan jî li jêr fermandarîya rejîmê şer bikin. Lê çend koman heta niha ne çekên xwe radest kirine, ne jî qebûl kirine ku ligel hêzên hikûmetê şer bikin.
“Rejîma Sûrî dibêje ku hemû komên radîkal li başûr ji 2018’an ve hatine girtin, lê em her dibihîzin ku şaneyên DAIŞ’ê li bajarokên seranserê Dara’ayê derdikevin,” Hîşam Masalmê, şîrovekarê sîyasî yê Sûrî ku li Belcîkayê dimîne.
“Her bajarek li başûrê Sûrîyê bi çend xalên kontrolê hatiye dorpêçkirin, vêca cihê pirsê ye ka çawa ev şaneyên DAIŞ’ê dikarîbûn derbazî çi bajarî li deverê bibin,” Masalmê, ku bi xwe ji Dara’a, ji Dengê Amerîka re dîyar kir. “Eşkere ye ku rejîma hewil dide wan li dijî komên serhildayên xwecihî bikar bîne.”