Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Çawa Hişberîya Çêkirî (AI) bo Propaganda bi Kar Tîne?


Dîmenek ku hişberîya çêkirî (AI) nîşan dide.
Dîmenek ku hişberîya çêkirî (AI) nîşan dide.

Di vê demê de ku di çend salên dawî de ew rastî têkçûnên leşkerî hatine, alîgirên koma terorîst DAIŞ êdî bi giranî Hişberîya Çêkirî (AI) bi kar tînin jibo belavkirina propaganda wan ya tundrê.

Pispor dibêjin ku piştgirên DAIŞ’ê şêweyekî nû yê propaganda destpê kirine bi rêya AI weşana bultenên nûçeyan bi çend zimanan dikin.

Vê dawîyê, saxê DAIŞ li Xurasan, anku ISKP, ku li Afganistan û Pakistanê çalak e, vîdyoyek bi rêya AI çêkirî belav kir, tê de bêjerekî mêr nûçeyan dixwîne. Ev yek yekser piştî êrîşekê li bajarê Bamiyan yê Afganistanê belav bû. Di wê êrîşa DAIŞ’ê ya 17’ê Gulanê de çar kes hatin kuştin ku sê ji wan welatîyên Îspanyayê bûn.

Bêrejê ku bi zimanê Paşto diaxivî, wekî kesekî xwecihî ji devera Bamiyan hatibû amadekirin, li gor malpera Khorasan Daily.

Piştre vîdyoyeke din ya propaganda bi rîya AI ji alîyê DAIŞ’ê ve hate belavkirin, tê de bêjerekî mêr berpirsîya koma terorîst hember êrîşekê li bajarê Qendehar yê Afganistanê xist stûyê DAIŞ’ê.

“Ev kesên tundrê di belavkirina vîdyoyên sexte de gelekî karîger in,” Roland Abî Necim, pisporê ewlekarîya înternetê, ku li Kuweytê dimîne, got.

Wî ji Dengê Amerîka re got ku komek wekî DAIŞ berê di berhemdana vîdyoyên bi qalîteya fîlmên Hollywoodê karîger bû, û niha bikaranîna AI ev berhemdan jibo wan gelekî berdest kiriye.

“Niha gelek alavên AI hene ku dikare naveroka sexte wekî tekst, wêne, deng û vîdyoyan çêbike. Ligel hebûna AI, pêdivîya te tenê bi datayan, alogrîtm û hêza kompûterê heye, lewra her kes li mala xwe yan li her deverê dikar naverokê bi rêya AI durist bike,” Abî Necim da zanîn.

DAIŞ bi fermî dest bi belavkirina bultenên nûçeyan bi rîya AI kir, çar rojan berî êrîşa li ser navendeke konsertan li Moskowê ku tê de 145 kes hatin kuştin. DAIŞ ew êrîşa 22'ê Adarê xistibû stûyê xwe.

Di wê vîdyoyê de, DAIŞ bêjerekî sexte bi rêya AI bikar anî û behsa êrîşa Moskowê kir, pisporan hefteya borî ji rojnameya Washington Post re got.

Mona Thakkar, lêkolera Navenda Navnetewî ya Lêkolîna Tundrêbûna Tund (ICSVE), dibêje ku piştgirên DAIŞê teknîkên nivîsînê bi rêya hişberîya çêkirî û alavên guhertina axaftinê bo nivîsandinê bikar tînin jibo berhemdana bultenên nûçeyan yên wergerandinî ji ajansa Amaq ya nûçeyan ku ser bi DAIŞ’ê ve ye.

“Van hewildanan bersîvên erênê ji alîyê bikarhênerên din ve peyda kirine û ev yek rengvedana hevkarîya di paşerojê de ye. Gelek alîgirên DAIŞ’ê dikarin vîdyoyên propaganda yên ast bilind bi rîya AI jibo DAIŞ’ê berhmen bidin. Ew dikarin vîdyoyên dirêj bi grafîkên baştir û bêtir teknîkên dahênanê çêbikin,” wê ji Dengê Amerîka re got.

Thakkar got ku vê dawîyê wê li ser malpera Telegram dît ku çawa alîgirên DAIŞ yên bi Erebî diaxivin şîretan li hev dikin ka çawa wêneyên sexte bi rêya AI durist bikin ku li ser Telegramê belav bikin.

Navoroka bi rêya AI bo hewilên tevlêbûnê

Li vê dema ku karîna DAIŞ ya nîşandana hêza xwe jiber têkçûnên leşkerî li Îraq û Sûrîyê kêm bûye, pispor dibêjin piştgirên rêxistina terorîst bawer dikin ku hişberîya çêkirî alternatîvekî dide wan jibo îdyolojîya xwe ya tundrê belav bikin.

“Naveroka wan bi giştî ser nîşandana wê yekê ku ew hîn hêzdar in. Niha jî ligel naveroka bi rêya AI tê çêkirin, ew dikarin kesayetîyên navdar hilbijêrin ku bandora wan ser xelkê hebe, bi taybet ser sîpeyan, bi rêya çêkirina vîdyoyên sexte,” Ebî Necim got.

“Ew destpêkê bala van kesan bi rêya naverokeke ku tê bawerkirin dikişînin, paşê hewil didin wan razî bikin ku tevî DAIŞ bibin,” wî da zanîn.

Di gotarekê de ku li ser malpera Global Network on Extremism and Technology hate weşandin, lêkoler Daniel Siegel got ku teknolojîya AI xwedî bandoreke kûr li wê yekê ye ka çawa rêxistinên tundrê serederîyê ligel hewildanên bandorkirinê ser înternetê dikin, di nav de jî bikaranîna AI jibo duristkirina neşîdên olî.

“Bikaranîna stratejîk ya dengên sexte jibo neşîdan ku tê de kesayetîyên navdar tên bikaranîn, nîşan dide ku pêşketineke balkêş di warê taktîkan de ji alîyê radîkalan ve tê bikaranîn bo berfirehkirina gihandina naveroka wan,” Siegel nivîsî.

Wî herwiha da zanîn ku komên din yên radîkal wekî el Qayîde û Hamas jî êdî destpê kirine ku bi rêya AI naverokê jibo alîgirên xwe durist dikin.

Pisporê ewlekarîya înternetê Abî Necim got ku ew bawer dike ev teknolojîya erzan berdestbûna naveroka bi rêya AI ji alîyê komên tundrê ve wê hîn zêdetir bike.

“Li vê dema ku qanûnên asê jibo bikaranîna AI tune ne, ewê gelekî zehmet be jibo hikûmetan ku rê li ber rêxistinên tundrê bigirin da ku van platforman di berjewendîya xwe de bi kar neyînin,” wî dîyar kir.

XS
SM
MD
LG