Hin pispor bawer dikin ku pesendkirina budceya Îraqê, rewşa Herêma Kurdistana xirabtir kiriye.
Hinek şarezayên din jî bawer dikin ku pirsgirêkên sîyasî taybetî jî yên navbera Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bûye sedema wê çendê ku gel qurbanîya serekî be.
Çavderê sîyasî Haşim Zêbarî dibêje ku duberekîya navbera PDK û YNK di serdema kabîneya 9ê gelek xurt bû û ew jî jibo partîyên desthiltdar yên Îraqê ku hlza xwe li ser herêmê zêde bikin.
"Herwisa, mafê gel û fermanbaran bûne qurbanîyên nakokîyên sîyasî. Bo nimûne di dema pesendkirina budcê de behsa dayîna mûçeyên fermanbaran nehatiye kirin û lewra heta sala 2026an kêşeya mûçeyên paşketî yên fermanber û xanenîşînan dê helawîstî be."
Aborîzan Kawa Ebdulezîz jî bak dikşîne ku erêkirina budceya Îraqê û destnîşankirina behra Herêma Kurdistanê wê bandorên girîng hebin.
Ebdulezîz, ku li Zanîngeha Newrozê mamosta ye, dibêje ku pesendkirina budceya Îraqê bo mawê 3 salan karekî çê xwe de nîne jiber ku ew buhayê petrolê 70$ danaye û ew şaşîyeke mezin e jiber ku buhaye petrolê kes nizane wê heta 3 mehên din dikare bigehe 170$ û bigiheje 35$ û wê demê xelk dê baca wê çendê bibin.
"Dîsa, girîng e li gor dahata salane proje tên encamdan lewra pesendkirina budceya Îraqê bo 3 salan wê girîftên mezin çêkin jiber ku Bexda û aborîya Îraqê % 90 girêdayî petrolê ye."
Kerem kin bi fayla deng ya jêrîn guhdarîya wê raportê bikin: