Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Dewleta Îranê Hevdîtina Xamineyî Û Henîye Li Tehranê Piştrast Dike


Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî li Tehranê bi rêberê grûpa Filistînî ya Hemas Îsmaîl Henîye re li Tehranê kom bûye, medyaya fermî ya Îranê roja Yekşemê ragihand, rojekê piştî ku rayedarekî Hemasê got ku wan di rojên dawî de hevdîtinek pêk anîne.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Henîye ku ji sala 2019an ve di navbera Qeter û Tirkiyê de dimîne, ji Xamineyî re behsa” geşedanên dawîn ên Kerta Xezayê û sûcên Rejîma Siyonîst li Xezayê û geşedanên li Kenara Rojava kir.”

Komara Îslamî dibêje ku ew piştgirîya Hemasê dike lê ti rolek di êrîşa nişkave ya milîtanan de li ser Îsraîlê nelîst.

Televîzyona fermî ya Îranê got, “Ayetulah Xamineyî berxwedana xelkê Gezeyê bilind nirxand û mixabiniya tund li hember gunehkariyên Rejîma Siyonîst ku rasterast ji aliyê Washingtonê û hin welatên rojava ve tên piştgirîkirin, nîşan da.”

Ajansa Tasnim a Îranê bêyî eşkerekirina dema lidarxistina vê hevdîtinê, got ku Xamineyî desthilatdarê payebilind ê vî welatî " tekezî li ser siyaseta berdewam a Tehranê ya ji bo piştgirîya hêzên berxwedanê yên Filistînê li dijî dagirkerên siyonîst kir."

Dezgeha olî ya Îranê hişyarî da Îsraîlê li dor "encamên Tund" eger êrîşên li ser Kerta Xezayê berdewam bikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG