Wezareta derve ya Amerîka got ku wezîrê derve Antony Blinken dê li Tirkiyê danûstandinan li ser hewlên parastina jiyana sivîlên Îsraelê û Kerta Xezayê bike.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ew dixwazin Xeza bibe herêmek aram û beşek ji dewleta serbixwe ya Filistînî, di sinurên sala 1967ê de ku Rojhilata Orşelîm-Quds paytexta wê be.
Doh Şemiyê Enqerê got, wê gazî balyozê xwe li Xezayê kiriye. Îsraelê jî gazî nûnerê xwe li Enqerê kiribû piştî ku meha borî Erdogan gotibû ku Hemas ne rêxistineke terorîst e, belê şervanên azadiyê ne.
Roja Şemiyê Blinken di gel çend rêberêb Ereb li Emmana Urdunê kom bû, ku giranî dan giringîya agirbestê, di demekê de ku Îsraelê êrîşî bir ser penageheka Neteweyên Yekgirtî û dibistanekê ku tê de sivîl hatine kuştin.