Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Besîc: Hêzên Pispor di Tepeserkirina Rikaberîyê de


Endamekî hêzên Besîcê bi tiliyên xwe nîşana serkeftinê bilind dike.
Endamekî hêzên Besîcê bi tiliyên xwe nîşana serkeftinê bilind dike.

Hêzên ewlekarîyê yên Îranî, di nav de mîlîşyayên Besîc yên alîgirê hikûmetê, hewil didin ku xwepêşandanên mezin yên seranserî welêt ku piştî mirina Jîna (Mahsa) Amînî di zindana polîsê moralî hefteya borî de , rawestînin.

Medyaya Îranê dibêje çar endamên Besîcê di xwepêşandanan de hatin kuştin, di nav wan de yek bi kêran hatîye kuştin.

Hêzên Besîc jibo tepeserkirina xwepêşandanan tên bikarînan ku wan dike armanca rasterast ya xwepêşanderên ku jiber nebûna azadiyên siyasî û civakî li Îranê tûre bûne.

Besîc ku bi fermî bi navê Rêxistina Seferberiya Bindestan tê naskirin, weke mîlîşyayên xwebexş aliyê damezrînerê Şoreşa Îslamî Ayetullah Ruhollah Xumeynî ve, di sala 1979'an de hatîye avakirin.

Di şerê Îran û Îraqê yên salên 1980-1988an de, hêzên Besîcê roleke girîng di êrîşên ser alîyê Îraqî de lîst.

Di demên aştîyê de, hêzên Besîcê qanûnên tund yên Komara Îslamî ya Îranê cîbicî dikin, ku wekî polîsê moralî li xalên kontrolê û parkan kar dikin, û carnan jî çawisandinan li hember protestoyên dijî hikûmetê.

Şîrovekar dibêjin dibe ku hejmara xwebexşên Besîcê bi milyonan be, ku ji wan yek milyon endamên çalak in.

XS
SM
MD
LG