Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Xizmetên Înternetê bo Îranê Berfireh Dike


Dîmenek ji xwepêşandanên dijî hikûmetê li Tehran, Îran.
Dîmenek ji xwepêşandanên dijî hikûmetê li Tehran, Îran.

Hikûmeta Amerîkî roja Înê ragihand ku ew astengîyan radihêje da ku înternet bigihêje Îranê li vê dema ku Tehran bi awayekî berçav xizmetên înetnetê li dema xwepêşandanan qut kiriye.

Piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê Îranê, hikûmeta Îranê gelek xizmetên înternetê li welêt qut kir.

Wezareta Xezîneya Amerîkî dibêje ku ew gav hewildanek e ji alîyê Tehranê ve jibo “rê nede cîhanê ku tepeserkirina wê ya tund dijî xwepêşanderên aştîyane bibîne.”

Ev biryara nû ya Amerîka dê rê bide kompanîyên teknolojîyayê ku “asta xizmetên înternetê yên berdest bo Îranîyan berfireh bikin,” Cîgirê Wezîra Xezîneya Amerîkî Wally Adeyemo di daxuyanîyekê de got.

Karbidestê Amerîkî herwiha got, “Li vê dema ku Îranîyên wêrek derdikevin kolanan jibo protestokirina mirina Mahsa Amînî, Amerîka piştgirîya xwe jibo belavbûna azad ya agahîyan li nav gelê Îranê zêde dike.”

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Xezîneya Amerîkî do Pêncşemê siza danî ser polîsê exlaqî yê Îranê, ew hêza ku hember kuştina Amînî berpirs e.

XS
SM
MD
LG