Komela Mafê Mirovan ya Amedê li ser rewşa girtîgehan raporek amade kir.
Şandeyeke Komela Mafê Mirovan çûn girtîgehên Elezîz û Amedê, hevdîtina girtîyan kirin û encama wê de raporek amade kirin.
Endamên şandeya ÎHD dibêjin ku ew gihîştine wê bawerîyê ku idîayên êşkence rast in, jiber ku gertî bi hurgilîyan behsa êşkencê û muameleya xirab kirin.
Rapora ÎHDê de tê îdia kirin li ser biryara Wezareta Dadê ya Tirkîyê axaftinên telefonê yên di nav girtî û malbatan hemî tên tomar kirin.
Rapor nîşan dide ku rêvebirîyên girtîgehan jibo girtîyên ku dikarin zûtir werin berdan, raporên neyênî amade dikin û berdana bi sedan girtîyan dişewitînin.
ÎHD dibêje ku dema çûyîna nexweşxaneyan, bi du kelemçeyan destê girtîyan girêdidin.
Herwiha rêvebirîya girtigehan destûrê nadin ku rojname, kovar û pirtûkên Kurdî ji girtîyan re were hinartin.
Raporê de tê gotin ku di dema kontrola koxuşan de nobedar, heqaretan dikin, li dijî qanûni tevdigerin, bi darê zorê muamele li girtîyan dikin.
Serokê Komela Mafê Mirovan yê Şaxê Amedê Abdullah Zeytun serdana Wezîrê Dadê, Abdulhamît Gul bi bîr xist ku gotibû ku li girtîgehan êşkence û kiryarên xirab nemane.
Zeytun bal kişand ser rewşa xirab ya girtîyên nexweş û got ku li zindanên Tirkîye 604 girtîyên nexweşên giran hene.
''Ew girtî niha bi mirinê re rûbirû ne,'' Zeytun got.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin