Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA: Topbarana Zaporizhzhia Ya ku Hêla Elektrîkê Qut kir “Ne Berpirsiyar e”


 Serokê IAEA Rafael Grossî
Serokê IAEA Rafael Grossî

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) roja Şemiyê got ku topbarana şeva borî ya ku hêla elektrîkê ya ku sîstemên sarkirinê dabîn dike li santrala navokî ya Zaporizhzhia li Ukrayna qut kir kiryareke “ne berpirsiyar e,” û dîsa banga herêmeke parastî kir.

IAEA li ser zarê serokê xwe Rafael Grossî got: "Destpêkirina topbaranê, lêdana tekane çavkaniya hêza derve ya santralê, pir bêberpirsiyarî ye," û piştrast kir ku santral niha xwe dispêre jeneratorên mazotê.

Rûsya û Ukrayna hevdu sûcdar dikin bi topbarankirina cihê santrala navokî ya herî mezin a Ewropayê ku ziyan gihandiye avahiyan û metirsiya qezayeke navokî ya karesat derdixe holê.

Grossi bi Rûsya û Ukraynayê re di danûstandinan de ye li ser avakirina herêmeke parastî li dora santralê, her çend wî red kir ku bêje ew ê bi rastî bi çi ve girêdayî be an dê çawa were sepandin an çavdêrîkirin.

Ew roja Pêncşemê li Kyivê bû û di destpêka hefteya pêş de dê biçe Rûsyayê.

Grossi got: "Ez ê di demek nêzîk de biçim Federasyona Rûsyayê û paşê vegerim Ukrayna, ji bo lihevkirina li ser ewlekariya navokî û herêmek parastina ewlehiyê li dora santralê. Ev pêwîstiyeke teqez û lezgîn e."

Çavkanî: Reute

XS
SM
MD
LG