Wezîrê Berevanîyê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov roja Înê bang li leşkerên Rûs kir ku çekên xwe deynin û soza "jîyan û ewlehiyê" da wan.
Reznikov di vîdeoyekê de bi zimanê Rûsî gote leşkerên Rûsî: "Hûn hêşta jî dikarin Rûsyayê ji karasatekê û artêşa Rûsyayê ji rûreşiyê rizgar bikin." "Em garantiya jiyan, ewlehî û dadmendîyê didin bo her kesê ku demûdest şerî red dikin. Û ji bo kesên ku fermanên tawanan dane jî garantîya dadgehê didin."