Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hurîye Aslan, Yek ji Keçên Hinda yên Dersimê Koça Dawî Kir


Bajarê Dersîmê
Bajarê Dersîmê

Piştî serhildana Dersîmê bi hezaran zarokên keç wek ewlad dan ber destê malbatên leşkeran. Zarokan birin bajarên curbicur yên Tirkîyê. Yek ji wan zarokan Hurîye Aslan bû.

Çîroka wan zarkên keç bi rêya belgefîlmek bi navê "Keçên Hinda yên Dersîmê " neh sal berê ket rojeva Tirkîyê.

Derhêner Nezahat Gundogan bi wan keçên hinda re roportajan kir û belgefîlmek çêkir. Di fîlm de Aslan jî behsa çîroka xwe dike.

Aslan berî du rojan koça dawî kir û li erdê bav û kalên xwe hat binax kirin.

Di belgefîlmê de Aslan wiha behsa çîroka xwe dikir:

"Wan ez dam ber destê xanimek li bajarê Samsunê. Ew mirovek bê wijdan bû. Jibo razanê, tenê batanîyek da min, min qatek batanî dida binê xwe yek jî davêt ser xwe. Li midbexê min xwarinê dixwar. Xanimê ferman dabû navmalîya xwe û gotibû ku “firaq û kevçîyên keçika Kurd di nav yê me de neşo.” Dema min ev gotin bihîstin wekî ku kêrek li nav dilê min bixin."

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_06_28_2019_Hurîye_Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG