Komeke cîhadî ya hêzdar îro Pêncşemê bajarê Afrînê yê li bakur û rojavayê Sûrîyê kontrol kir.
Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ), ku berê bi navê Cebhet el-Nusra dihate nasîn, derbazî bajarê Afrînê bû piştî ku mîlîşyayên ew dever kontrol dikir vekişîn, li gor rûniştvanên Efrînê û rêxistineke çavdêrîyê.
Efrîn ji sala 2018'an ve li jêr kontrola komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve ye piştî ku artêşa Tirkîyê êrîşeke berfireh li dijî hêzên Kurdan pêk anîbû.
Rûniştvanekî bajêr, ku jiber sedemên ewlekarî nexwest navê xwe eşkere bike, got ku wî bi çavên xwe dît “dema ku tank û trimbêlên leşkerî yên el-Nusra derbazî navenda Efrînê bûn piştî ku mîlîşyayên din ji dev ji bingehên xwe berdan û ji bajêr derketin.”
Rûniştvanî herwiha da zanîn ku wî bihîst ku çend pevçûnên sivik li hinek deverên Efrînê di navbera herdu alîyan de çê bûn, lê bi giştî şer peyda nebû.
HTŞ rêxistineke Îslamî ya tundrê ye ku piranîya parêzgeha Îdlibê yê bakur û rojavayê Sûrîyê kontrol dike. Ew ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê dîtin. Heta sala 2018'an jî HTŞ wekî şaxê el Qayîde li Sûrîyê dihat nasîn, lê wê bi fermî peywendîya xwe bi tevneya terorîst ya cîhanî re birî.
Pispor dibêjin, tevî wê gavê jî, hîn HTŞ îdyolojîya el Qayîde dimeşîne.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), ku bingeha wê li Brîtanyayê ye, got ku hinek grûpên din wekî Qeyleq el Şam û Sultan Murad jî piştgirîya HTŞ di kontrolkirina Efrînê de kirine.
Rêvebirê SOHR Ramî Ebdulrahman ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku berî kontrolkirina Efrînê, HTŞ û hevalbendên xwe dora 30 xal li derdora Efrînê ji destên komên dijber derxistin.
Rojnamevanê Efrînî Mamed Beyro ji Dengê Amerîka re got ku niha hemû bingehên û navendên grûpên wekî el Cebhe el Şamîya û yên din li nav Efrînê ji HTŞ re tên radest kirin.
Beyro herwiha dîyar kir ku embarên wan yên çek û rextan jî ji alîyê çekdarên HTŞ ve hatine kontrol kirin.
Çend komên opozisyona Sûrîyê li jêr sîwana Artêşa Niştimanî ya Sûrî şer dikin ku Tirkîyê piştgirîya wan dike. Rêxistinên mafên mirov van grûpên Îslamî bi binpêkirinên mezin yên mafên mirov dijî xelkê Efrînê û deverên din kirine. Ji bilî girtin û êşkencekirina xelkê, ev grûp herwiha bi birîna darên zeytûnan li Efrînê tên tawanbar kirin.
Pisporên leşkerî dibêjin ku pêşketinên îro li Efrînê eşkere kiriye ku cudahî û pirsgirêkên mezin di nav komên li wir de hebûn.
Ahmed Rahal, generalê berê yê artêşa Sûrîyê ku niha li Stenbolê dimîne, ji Dengê Amerîka re got ku “niha êdî xuya bûye ku du alîyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî hene. Yek ligel (rêberê HTŞ Ebû Mihemed) el Colanî ye û yek jî li dijî wî ye.”
Wî herwiha got ku “radestkirina Efrînê bi vî şêweyî û vekişîna Artêşa Niştimanî ya Sûrî ji bajêr dîyar dike ku ev şervan ne plana wan heye ku şer bikin, ne jî dixwazin şer bikin.”
“Niha axaftinek heye ku ewê êdî xwe jinûve rêxistin bikin da ku dîsa Efrînê kontrol bikin, lê ez bawer nakim ev kom karîn hebe ku planeke wisa pêk bînin.”
Rêxistinên mafên mirov dibêjin tirsa wan heye ku kontrolkirina HTŞ ya Efrînê bibe sedema bêtir binpêkirinên mafên xelkê bajêr.
Îbrahîm Şêxo, endamê Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê, ji Dengê Amerîka re got ku “hîn ne xuya ye ewê çi bibe jiber ku pêşketin hîn çê dibin, lê eger el-Nusra li Efrînê bimîne, ewê bê guman bêtir binpêkirinên mafên mirov dijî sivîlên me pêk bên.”
Şêxo, ku niha wekî derbider li devera Şehbayê dijî, herwiha anî ziman ku “endamên HTŞ ji grûpên ku ji 2018an ve Efrîn kontrol dikirin hîn bêtir radîkal in. Îdyolojîya el-Nusra wekî ya DAIŞ ye û ewê vê îdyoljîyê li ser xelkê Efrînê ferz bike.”
Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Tirkîyê heta niha ti daxuyanî derbarê rewşa li Efrînê nedaye.