Roja Çarşemê, Berpirsê Ragihandina HSDê Ferhad Şamî di platforma X'ê de li ser navê Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan êrîşên çekdarên ser bi Tirkiyê ve têkbirin.
"Hêzên me êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gundên başûrê Bendava Tişrînê bi awayekî serketî şikandin û gelek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin û neçar man ku birevin," daxuyaniya HSDê got.
Li derdora Ebû Qelqel a dikeve başûrê rojhilatê Minbicê, hêzên HSDê ev çend roj in, bi awayekî domdar bersîva êrîşên grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve dide.
HSD dibêje, "Di van pevçûnan de hêzên me gelek maşîneyên leşkerî yên çekdaran rûxandin."
Ser êrîşên ku li derdora Minbicê û bajarê Kobanê di navbera grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve û Hêzên Sûriya Demokartîk HSDê girjî di navbera Tikriyê û HSDê de zêde dibin.
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja Çarşemê got ku divê şervanên kurd li Sûriyê yan çekên xwe deynin yan jî ewê bi wan çekan re bên "binax kirin", ji ber ku şer di navbera şervanên kurd û komên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike ji dema hilweşandina Beşar Esed li destpêka vê mehê zêde bûne.
Ji dema rûxana rejîma Esed ve, Enqerê çendîn caran tekez kiriye ku divê hêzên Kurdî bên hilweşandin û wan koman di paşeroja Sûriyê de cihê xwe nîne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ê jî ragihand ku ew amadekariya operasyoneke taybet dikin û heta sersala nû dê rê bidin komên çekdar yên ku Tirkiye wan destek dike ku ji herêmên Serê Kanî û Girê Spî derkevin.
HSD dibêje, "Em bang li niştecih û şervanên komên çekdar yên bi salane di bin ala Tirkiyeyê de li dijî gelê Sûriyê şer kirine niha ji vê derfetê sûd werbigirin û vegerin malên xwe yên ji bajar û bajarokên din yên Sûriyeyê hatine."
Endama NATOyê Enqere çendîn caran bang li Washingtonê kir ku dest ji piştgirîya HSD/YPG'ê berde ku ew wan koman weke şaxên PKKê dibîne.
Lê Washington di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê HSDê weke hevpar dibîne.
Jêder: Reuters/AFP/HSD