Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bo Kurdên Sûriyê: Yan Çek Deynin, Yan Hûnê Bi Wan Çekan re Binax Bibin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku yan ewê çekdarên Kurd yên li Sûrîyê çekên xwe deynin yan jî ewê werin "binax kirin."

Piştî ketina Beşar Esad pevçûnên şervanên Kurd û çekdarên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê gur bûn.

Enqere dibêje divê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) were pûç kirin û dîyar dike ku siberoja wê li Sûrîyê tuneye.

Bi guherîna rêberîya li Sûrîyê komên serekî yên Kurd yên li wî welatî ketin rewşeke dijwar.

"Qatilên cudaxwaz yan wê çekên xwe biterikînin yan jî wê tevî çekên xwe li axên Sûrîyê werin defin kirin." Erdogan got.

Wî bi berdewam got ‘"Emê koka wê rêxistina terorî biqelînin ku hewil dide ku di navbera me û birayên me yên Kurd de dîwareke xwînî çêke."

Tirkîye, YPG’ê, ku pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, wek baskê Partîya Karkerên Kurdisan (PKK) dibîne ku wê rêxistinê ji 1984'an vir ve dijî Enqerê serî hildaye.

PKK ji alîyê Tirkîye, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) ve wek rêxistineke terorî tê dîtin, lê HSD di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) hevbenda pêş ya Washingtonê ye.

Enqerê ku endama NATO ye, çendîn caran bang li Washington kir ku piştgirîya jibo YPG’ê rawestîne.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê berî gotinên Erdogan ragihandibû ku hêzên wê li Sûrîyê û li bakurê Îraqê 21 çekdarên YPG û PKK'ê kuştine.

Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî hefteya borî cara pêşî piştrast kiribû ku li Sûrîyê çekdarên PKK’ê hene.

Ebdî gotibû ku ew jibo têkoşîna dijî DAIŞ’ê hatine û dîyar kiribû ku ger bi Tirkîyê re agirbesteke tam çêbe ewê vegerin warên xwe.

Wî bi berdewamî dîyar kiribû ku ti peywendîya wan ya rêxistinî bi PKK'ê re tuneye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG