Ji 20 sîyasetvanên HDP’ê yên ku bi operasyona Bûyerên Kobanê, hatibûn desteser kirin, derheqa 17 kesan biryara girtinê hate dayîn.
Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê Emîne Ayna, Nazmî Gur, Ayla Akat Ata jî di nav de 17 sîyasetvanên Kurd hatin girtin.
Sirri Sureya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya bi şertê kontrola dadwerî hatin berdan.
Dozgerî ji kuştin û zîyan û birîndarkirinên bûyerên Kobanê de rêvebiriya HDP’ê sûcdar dike.
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li Enqerê derbarê girtina sîyasetvanan de daxuyanîyek da û got tu bingeheke hiqûqî ya girtinan tuneye.
Gunay îfade kir rêvebiriya HDP’ê li ser van êrîşa civînan li dar xistîye û hin biryarên girîg dane ku di rojên pêş de ewê biryarên xwe ji raya giştî re eşkere bikin.
Berdevka HDP’ê tifaqa AKP û MHPê weke ''rêvebiriya despot û dijminê gel'' bi nav kir.
''Dema hikumet di sîyaseta derve û ya hundir de dikeve tengasîyê, êrîşê li ser opozîyonê zêdetir dikin'' got Gunay.
''Hevalê me 24 saet li edliyê hatin sekinandin, hevdîtina bi evûqatan re hat asteng kirin, bi tawabarîyên bê bingeh bi îdianemeyek çêkirî hevalên me hatin girtin. Bi fermana serdozger, parlamenterên me nekirin hundirê edliyeyê, avahiya edlîyeyê bi polêsa dorpêç kirin ku ji aliye hiqûqê ve ev hemî sûc in.''
Hêjayî gotinê ye ji hikumetê derbarê operasyona bûyerên Kobanê de heta nneha daxuyanîyek an nîrxandinek nehate kirin.