Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leyla Guven: Pirsa Kurdî bi Girtin û Operasyonan Çareser Nabe


Leyla Guven
Leyla Guven

Îro Duşemê Cîgira Hevseroka HDP’ê Aysel Tugluk, Cîgirê Hevserokê DBP’ê Seydî Firat, endamê berê yê KCD’ê Edip Yaşa, hevserokê HDP’ê yê Amedê Cebbar Leygara ji malê xwe hatin desteser kirin.

Tugluk, hevseroka berê ya KCD’ê, Firat û Yaşar jî endamên berê yê KCD’ê bûn.

Piştî rewşa awarte bi hezaran endamên HDP’ê û DBP’ê hatin girtin ku di nav wan de 12 parlamenter, 49 hevşaredar jî hene.

“Em dibînin ku ji Gultan Kişanak endamtîya KCD’ê hatiye pirsîn. Dixwazin KCD’ê terorîze bikin, em tiştekî veşartî nakin, hemî xebatên me vekirî ne û em çapemenîyê jê agahdar dikin,” Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got.

Guven xuya kir ku KCD weke sîwaneke berfireh ya gelên Mezopotamya ye û gelek sazî û dezgehên sîvîl di nav de cî digirin.

Wê bi berdewamî got ku AKP niha hem li Tirkîyê, hem li derve di tengasîyeke mezin de ye û loma ji operasyon û girtinan dike.

“Pirsgirêka Kurd pirseke bingehîn e. Tirkîye di krîzek de ye û bi girtina sîyasetvanan ev çareser nabe. Bi girtina me pirsa Kurd çareser bibe bila werin me jî bigirin,”Guven got.

KHF_12_26_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00

XS
SM
MD
LG